Ji bo jiyaneke azad, demokratîk û yeksan, em dibêjin NA!

Deklarasyona NAyê ya pêkhateyên HDKê, bi beşdariya parlementerên me, li Stenbolê ji raya giştî re hat ragihandin.

Em wek hêzên aşitî, demokrasî, azadî û kedê yên vî welatî, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û jiyaneke însanî, kom bûn. Têkoşîna me ya heta îro, di sala 94emîn a Komarê de, bi mebesta demokratîzekirin û civakîkirina Komarê û hewldana welatekî hevpar û yeksaniyê ye. Wek berî niha, ji îro pê ve jî têkoşîna me ji bo qanûneke bingehîn a ku kedxwazî, demokratîk, aşitiyane û azadîxwaz û ekolojîk û mirovperwer û yeksanîxwaz e.

Pêdiviya civakê ya bi qanûneke bingehîn a pirrdengî, yeksanîxwaz, laîk, ekolojîk, civakî û azadiyê jinê diparêze, baqî ye. Peymaneke civakî ya nû, dê bibe pêngaveke nû û kêşeyên tarîxî, civakî û kulturî, safî bike û rihê pêkvejiyanê qayîm bike.

Lê ev pêdiviya civakî niha hatiye piştguhkirin û ‘guhertina qanûna bingehîn’ bi rêkeftina Erdogan-Bahçelî, bi tenê ji bo pêkanîna arezûyên şexsekî ketiye rojevê. Ev guhertin, ji bo bincilkirina kar û kiryarên Erdogan û veşartina ihlalên qanûnî yên Erdogan in. Rêkeftina Erdogan-Bahçelî armanc dike ku bi guhertina qanûna bingehîn, ‘desthilatiya mutleq’ û ‘rêveberiya tekzilamî’ ye.

Ev guhertin, rê li ber xurtkirina nîzama qanûna bingehîn a demokratîk venake, azadî û mafên gerdûnî yên esas qayîm nake û demokrasiyeke herêmî ya bihêz pêk nayîne. Berevajî wê, sinorê desthilatiyê fireh dike û azadî û mafên esas ên welatiyan bêfonksiyon dike.

Ne pêkan e ku ev daxwaz, bi prensîbên demokratîk were qebûlkirin. Mesele tenê bi şexsekî re eleqedar nîn e. Bi vî awayî, rêveberiyeke xwe dispêre rêbazên antî demokratîk, otorîter, navendparêz û totalîter tê avakirin. Helbet ‘tekzilam’ diguherin, lê ev pergala zordar a ku dixwaze were avakirin, dê bi dehan salan, bibe belaya serê gelên vî welatî.

Tiştê ku tê armanckirin, domdarkirina derbeya sivîl û OHAL (rewşa awarte) û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de û xurtkirina zext û fişarên li ser civakê û tinekirina azadî û mafên demokratîk e. Xuya ye bi vî awayî, di jiyana me ya siyasî, aborî û civakî de, dê encamên lêkdan û berberiyê bi xwe re bîne.

Ji ber ku Hevserokên me yên Giştî, parlementerên me yên hilbijartî, hevşaredarên me, endamên meclisan û bi hezaran hevalên me yên ji partiyê, wek rehîneyên siyasî hatine derdestkirin; sazî û dezgehên bi îradeya jinan hatî avakirin, hatine xirakirin; saziyên mixalîf ên çapemeniyê hatine astengkirin û girtin û xebatkarên wan hatine zindanîkirin; gellek rêxistinên civaka sivîl hatine girtin; zexteke mezin li ser zanîngehan heye û akademîsyen ji kar tên avêtin û girtin, ev guhertina qanûna bingehîn, ji xwe re demokrasiyê nake armanc. Her ji ber wan sedeman ti meşrûiyeta vê referandûmê nîn e.

Mesûliyeteke tarîxî ya me ya ku ji bo aşitî, kedê, yeksanî û rûmeta vê cografyayê têdikoşin, heye. Di van rojên dijwar ên ku bi OHALê her tişt hatî qedexekirin de, divê em têkoşîna ji bo pêkanîna ronahiyê, dahatûyê, rastî û bedewiyê bidin.

Îro ji bo ku destkeftiyên me yên bi dehan salan bigehên qonaxeke nû, em ê bibêjin ‘NA’.

Em ê ‘rêveberiya tekzilamî’ rawestînin û têk bibin û dahatûya xwe bi dest bixin. Em ê ji bo her kesî bibêjin ‘NA’. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, bigerin û bi hev re siberoja xwe ava bikin.

Hêza tekane ya ku vê rewşa kambax xelas bike, NA ye. Mifteya riya aşitiyê NA ye. NA, li dijî desthilatiyê, hebûna gelan e. NA, bidestxistina mafê kedê ye. NA, bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ye. NA, bipêşxistina demokrasiyê ye. NA, dawîlêanîna pergala OHALê ya mayînde ye. NA, hemwelatiya yeksan e. NA, azadiya baweriyan e. NA, rawestandina talankirina siruşt û jîngehan e. NA, ez û tu nîn e; em e. NA, jiyan e. Em ji bo her kesî dibêjin NA.

Em bangî hemû kesên demokrat, mafperwer û dadxwaz ên li Tirkiyeyê dikin; ‘em mecbûrî rêveberiya yekzilamî nîn in.’ Ji bo welatê me, ji bo gelên me, ji bo jiyaneke azad, demokratîk û yeksan, em dibêjin NA. NA, dê riya Tirkiyeyeke demokratîk veke.

Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan.

6 Sibat 2017, Stenbol.