Ji bo bîranîna Birêz Tahir Elçi...

Em jinên li Girtîgeha Kocaelî-Kandirayê weke rêhavalên Birêz Tahir Elçi, di salvegera bîranîna wî de, careke din bi rêz, bi minet û bi bêrî Tahir Elçi bibîr tînin. Kuştina wî û kujerên wî bi nalet û tundî şermezar dikin. Em ji malbata wî, ji heval û hogirên wî û ji gelê Kurd re, sersaxiyê dixwazin.

Îbnî Haldûn dibêje; "erdnîgarî çarenûs e". Lê Birez Tahir Elçi jî digot: “zulûm, neheqî û tundî ne çarenûs e.” Tahir Elçi jiyana xwe bi têkoşîna mafên mirovan û li hember derketina zext, zor û bêdadiyê watedar kiribû. 

Di keseyeta xwe de, ew weke navê xwe paqij û naîf bû û di têkoşîna xwe de weke paşnavê xwe qasidê gelên bindest û mazlum bû û tim alîgirê mirovên jar û mafê wî/ê hatî binpêkirin bû. 

Sedema biryara qetilkirina wî tenê ev bû. Lê wî ti carî li hember desthilatdaran serê xwe netewand, ji biryar û baweriyên xwe gav paş ve neavêt. Di têkoşîna mafên  mirovan de bi dilekî zîz, bi nêrîneke gerdûnî heta nefesa dawîn meşiya. Ne tenê ji bo mafên mirovan; ji bo mafên xwezayê, ji bo parastina dîrokê, ji bo pêşerojeke demokratîk û azad bi şev û roj xebitî. 

Bi parêzvaniya xwe ya mînak mîraseke mezin û wesiyeteke watedar ji me re hişt. 

Sed mixabin, parêzerê hestiyên wendayî, dengê di binê bîrên asîtê de, şahidê kuştinên kiryar ne diyar, di rastiyê de bi guleyên diyar, lê di halê heyî de nediyar ji nav me hate qetandin. Em kiryaran jî, wê guleya diyar jî dinasin. Em dizanin... Em dibînin û em dihisin. Ti carî jî, ji bîr nakin û heta qatilên hevalê me dernekeve holê û ew neyên darizandin em ji ser vê dozê venagerin. 

Careke din, Birêz Tahir Elçi parazvanê mafên mirov û mirovtiyê, qasidê ezîz yê gelê me bi rêz, bi xemgîn bi bêrî û bi minet bi bîr tînin. Sersaxiyê ji gelê xwe ji malbata wî re dixwazin...

 

Silav û Rêz
Jinên li Girtîgeha Kandirayê
29 Mijdar 2017