Hikûmetê ji zelzeleyê zêdetir cih û warê me wêran kir


5 sal berî niha li Wanê bobelateke mezin rû da. Di serî de wek bobelateke siruştî dest pê kir, lê paşê rewş veguherî û bû wek karesateke insanî. Di ser zelzeleya Wanê re 5 sal bihurî, lê hê jî mexdûriyeta gelê me dewam dike. Ez kesê ku di zelzeleyê de wefat kirine, bi rehmet bi bîr tînim. 

Hikûmetê mexdûriyeta zelzeleyê safî nekir û bi ser de gaz di ser gelê me yê Wanê de reşand, dest danî ser alîkariyên ku hatibû komkirin û bi gellek dek û dolab û riyên bêqanûnî gelê me mexdûr kir. 

Di zelzeleyê de ji %25ê bajêr xirab bû, lê îro ji %80ê Şernexê hatiye xirabkirin. Tiştê ku zelzeleyê nekir, AKPê bi xwe kir. Polîtîkaya wêrankirinê ya Hikûmetê gellek bajarên Kurdan tarûmar kir, tiştên ku karesatan nekir, polîtîkayên Hikûmetê kir. 

Polîtîkaya wêrankirinê ya Hikûmetê hê jî dewam dike. Bo nimûne, duh, çadirên ku li Dergûleya Şernexê, hatin hilweşandin.

-Em ê neçin ti derê.

Em ê her li bajarên xwe bin. Em ê li Enqere û Stenbolê bin û em ê ti carî Şernex, Wan û Amedê neterikînin û neçin cihekî din. 

Operasyonên qirkirina siyasî îro jî bi awayekî bêhed û bêhesab dewam dike. Li Dêrsim, Mûş, Çewlîg, Bedlîs û gellek bajaran ji 5 hezarî zêdetir HDP û BDPyî hatin desteserkirin û ji hezarî zêdetir jî hatin girtin. Li Rihayê hevalên me ev 20 roj in, hatine desteserkirin. Yek jî dibêjin “Li Tirkiyeyê êşkence nîn e”. Her tiştê wan vir û derew e. 

Di ser derbeyê re meh derbas bûn, lê hê jî teşebusa derbeyê nehatiye ronkirin. Hikûmet mexsûs teşebusa derbeyê ron nake û li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne. Em tim pirsa derbekar/derbeciyan dikin, lê nikarin bersivekê bidin me. Çimkî ji AKPê tuxleyek were kişandin, ew dîwar dê bi temamî hilweşe. 

Dê niha makeqanûnekê çêbikin, lê HDPê daxilî proseya çêkirina vê makeqanûnê nakin. Ku eger HDP di nav de nebe ew makeqanûn dê ne demokratîk be û dê wekî ya sala 80yî ya derbeyê be. Hûn kî dixapînin, ma çi ferqa we ji cûntaperesten heye? 

-Dê li Rojava û Sûriyeyê têk biçin.

Vê hefteyê êrîşî sengerên HSDê û qadên sivîl kirin li Rojava. Gelê Kurd li welatê xwe –bi tang û topên wan ên ku pê pesnê xwe didin- tê kuştin. 

Wextê ku tirbeya Silêman Şah ji aliyê DAÎŞê ve hatibû çopandin, nikaribûn dengê xwe bikin, lê li Sûriyeyê kengî gelê Kurd destkeftiyan bi dest bixe, ew êrîş dikin û bi hamaseta “artêşa Tirk a mezin” sûcên xwe vedişêrin. Em baş dizanin ku sibe û dusibe, dê encameke pirr giran û trajîk derkeve meydanê. 

Ew hewl didin ku daxilî operasyona Mûsilê bibin û Lozanê jî qebûl nakin û ketine riya maceraperestiyê. Ev rê ne ti rê ye û em cardin hişyariyê didin wan. 

-Êdî jiyan bi deyn dimeşe.

Qeyrana aborî her ku diçe zêde dibe û bêkarî di asteke rekorî de ye. Rêjeya bêkariyê îro, ji bo ciwanan ji %19, ji bo jinan jî ji %30 e. Îro jiyana milet êdî bi deyn e.

21 Cotmeh 2016