Hevserokê KCDê Ozturk: Em helwesta birûmet a Leyla Guvenê pîroz dikin

Hevserokê KCDê û Parlementerê me yê Agiriyê, derbarê danişîna doza Leyla Guvenê de daxuyaniyek da çepemeniyê.

Danişîna doza ku Parlementera me ya Colemêrgê û Hevseroka KCDê Leyla Guven wek girtî tê darizandin, li Dadgeha Cezaya Giran a 9emîn a Amedê hate dîtin. 

Doza Leyla Guvenê ji aliyê Hevserokê KCDê û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlementerên HDPê Ayşe Acar Başaran, Dersim Dag, Îmam Taşçier, Muazzez Orhan, Remziye Tosun, Selçuk Mizrakli û rêveberên bajêr ve hate şopandin. 

Leyla Guvenê, biryara kelepçekirinê prostesto kir û bi SEGBÎSê îfade da û di danişînê de bal kişand ser tecrîda li ser Birêz Ocalan û ji ber tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bênavber û bêdem kir. Dozger, daxwaza hin belgeyan kir û danişîn taloqî 26ê Berfanbarê kir. 

Piştî danişînê, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk daxuyaniyek da çepemeniyê. Ozturk wiha axivî: 

Dewleta AKPê, Hikûmeta faşîst, Leyla Guven, serbest berneda. Jixwe di wî warî de ti hêviya me jî tinebû. Jixwe beriya niha dadgehê biryara tehliyeyê dabû, lê çar saet şûnde dadgeheke din ev biryar betal kir. Îro Leyla Guven jî ev yek anî ziman. Wê gelek tişt got, lê dema dor tê siyasetmedarên kurd, biryarên cuda cuda didin. Wekîlekî din jî ceza xwar û hikûm girt, lê ew roj hate tehliyekirin. Îro derbarê Leyla Guvenê de cezayeke ku hatiye dayîn û hikmek tine ye. derbarê siyasetmedarên kurd de nêrîna xwe careke din eşkere kirin. Ev ne cara yekemîn e, Leyla Guven jî ev yek anî ziman. 

Leyla Guven got Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyek e 

Ti hêviya wê ji heyeta mehkemeyê tinebû. Leylayê gotinên xwe bi aşkere anî ziman. Got ku “min li hemberî dagirkirina Efrînê nêrîna xwe anî ziman, loma ez li vir im. Îro êriş li ser Kobaniyê çêdibin. Ger ku ez derkevim derve jî, ez ê careke din bibêjim 'hûn Kobaniyê dagir dikin, ev dagirkerî ye'. Ez siyasetmedar im, ez fikr û ramanên xwe naguherînim. Dema ez van gotinan bibêjim hûn ê cardin min bigirin û biavêjin hindur, ji ber ku hûn di bin kontrola siyasetê de ne. Îradeya we ne aîdî we ye, îradeya we girêdayî Enqereyê ye, Enqere çi bibêje hûn gotina wê dikin. Diyar e ku we îro Tirkiye aniye çi halî." Leyla Guven girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan anî ziman. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe, ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, her wekî din ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyek e. Di wî warî de siyaseteke wî heye, pêşniyazên wî hene. 

Em helwesta Guvenê pîroz dikin

Leylayê got, "ev tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e, her wekî din ew tecrîd li ser gelê kurd e. Ez jî wekî kurdekî, li hemberî vê yekê dest bi greva birçibûnê dikim." Bênavber-bêdem Seroka KCDê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Em jî dibêjin îro bi sedan, bi hezaran Leyla Guven hene. Ji sekna xwe paş ve gav navêjin. Li îradeya xwe, li îradeya gelê kurd xwedî derdikevin. Îro nehate dadgehê, ji ber çi, ji bo ku xwestin wê kelepçe bikin û wisa bînin dadgehê. Leyla Guven ev yek qebûl nekir û got ku hûn nikarin îradeya gelê me kelepçe bikin. Ev sekna hêviya gelê me ye. Em vê sekna Hevseroka KCDê Leyla Guven pîroz dikin. Îro li îradeya gelê kurd xwedî derketiye û helwesteke xurt nîşan daye, em vê helwesta wê pîroz dikin. 

Li Tirkiyeyê hiqûq tine ye

Pirs: Gelo serlêdanek ji bo dadgeha bilind heye derbarê Birêz Leyla Guven de… 

Wê serlêdan bê kirin. Lêbelê hiqûq nemaye, lêbelê dê serlêdan pêk bê. Piştre jî dê parêzerên me biçin DMMEyê. Îro li Tirkiyeyê hiqûq tine ye, AKP çi dibêje dozger, dadger vê yekê pêk tînin. Lê li derve hiqûqek heye. Di navbera rewşa Enîs Berberoglu û Leyla Guven de ti ferq tine ye. Berberoglu ceza girtibû, hikim xwaribû. Ez nabêjim çima hatiye berdan, lê derbarê Leyla Guvenê de hikmek jî tine ye. Divê roja ewil hatibû hilbijartin, ew bihata berdan. Lê ev helwesta wan a li hemberî siyasetmederên kurd derdikeve holê. Ji me re dibêjin siyasetê nekin. Lê em li ku bin jî li girtîgehan bin jî derve bin jî, tiştên ku heya îro me parastiye em ê ji îro şûnde jî biparêzin. 

 

7 Mijdar 2018

Etiketler: #berdan ozturk