Hevserok û parlementerên me yên zindanîkirî hê jî mebûs in û di nav bizavên yasadanînê de ne

Nameya Hevserokê me yê Giştî Selahattin Demirtaş a ku bo koma me ya meclisê şandibû, hate sansûrkirin û nameya Hevseroka me ya Giştî Figen Yuksekdag jî hê negehiştiye ber destê me. Cîgira seroka me Çaglar Demirel di komcivîna budçeya 2017an de ev babet anî rojevê û nameya sansûrkirî li Wezîrê Dadê nîşan da û got:

Me berî niha li vir gellek caran got, lê ji ber ku Wezîrê Dadê ne li vir bû, dibe ku wî nebihîstiye. Hevserok û parlementerên me yên zindanîkirî hê jî mebûs in û di nav bizavên yasadanînê de ne û endamên vê Meclisê ne. Lê belge û nameyên wan ên derbarê yasadanînê de tên desteserkirin. Ne bi tenê tên desteserkirin, her wekî din tên sansûrkirin û vegerandin. 

Gelo haya wezîr jê heye?

Divê wezîrê hêja derbarê vê babetê de me agahdar bike û vê meseleyê ron bike. Nameya birêz Demirtaş a ji bo yasadanînê şandî ya sansûrkirî di destê me de ye, lê nameyên Yuksekdag hê negehiştine ber destê me. Gelo haya wezîr jê heye? 

9 Kanûn 2016