Hevalên me nehatine girtin, ew rehîne ne


-Em, civîna komê bi awayekî rêkûpêk dikin, çimkî li Meclisê mekanîzmaya karîger, bi tenê ev civîn in, lewre civînên meclisê bi raya me pirr girîng in.

-Pêdiviya me herî zêde bi maf, edalet û hiqûqê heye, çimkî li Tirkiyeyê kêmasiya herî zêde ev têgeh in. Ku li welatekî ev nirx û têgeh tinebin, jiyana li wî welatî pirr zehmet e. Heqperest, bi tenê ne ji bo xwe, her wekî din, ji bo her mazlûmî daxwaz û têkoşîna maf û edaletê dikin.

-Ji bilî beratexwerên li derdora Serayê, her kes di bin zêxt û fişarê de ye. An ji kar hatiye dûrxistin, an tê darizandin, an serê wî/ê di belayê de ye an jî ditirse. Divê civak di rojên wiha teng û tarî de, li dor têgeha edaletê ber xwe bide.

-Hevalên me nehatine girtin, ew rehîne ne.

-Kışanak, Anli û Ayla Akat Ata siyasetmedarên navdar in. We dît, bi hilbijartinê bi ser neketin, lê dest danîn ser şaredariyên me.

-Xewn û xeyala Erdogan ji zû de ye hikumraniya Amedê ye, lê Amed bûye xewnekabûsa wî û miradê wî di ber wî de ma. Dibêje “bivê nevê Amedê bi dest bixin”. Di her hilbijartinê de xeyalşkestî dibe.

-Me bi gellek zehmetiyan, xebatên hilbijartinê pêk anî. Me beyannameyên hilbijartinê belav kir, wan pere belav kir. Em bi materyalên hilbijartinê mal bi mal geriyan, ew bii çenteyên pereyan digeriyan.

-Niha baş tê fêhmkirin ku Erdogan çima gotiye “15ê Tîrmehê ji bo me xêra Xwedê ye”. Çimkî ji bo pêkanîna hemû xeyal û ‘emelên wî yên kirêt firsendeke mezin bû. Berê nikaribû evçend bêexlaqî û bêprensîbiyan bike, lê piştî wê teşebusê her tişt kir. Operasyona li dijî şaredariya Amedê jî xwe dispêre vê rastiyê.

-Eger dê bi hinceta "alîkariya bo terorê" qeyûman li şaredariyan tayîn bikin, Kadir Topbaş û Melih Gokçek li wir e, kerem bikin. Kî Enqere bihust bi bihust pêşkêş kir, qeyûman li wan tayîn bikin. Serkêşê wan jî Seray e û wî bi xwe got, “çi ji me xwestin, me da wan” Lê ji xwe re gotineke efsûnî dîtiye û tim dibêje “em hatin xapandin, Xwedê me efû bike.” Xwedê we efû neke, Xwedê belaya xwe bide we!

-Dest datînin ser meaşên mamosteyan û çav berdane rizqê xelkê. Em vê neheqiyê qebûl nakin û em ê li dijî vê zilmê ber xwe bidin!

-Desteserkirina Gultan Kişanak û Firat Anli, meseleyeke ne asayî ye. Em desteserkirina wan bi têgehên hiqûqî û wek “girtin” bi nav nakin. Ew rasterast wek rehîne hatine revandin. Hevalên me niha ji aliyê çeteyeke desthilatdar hatine revandin û di Girtîgeha Kandirayê de wek rehîne têne wergirtin.

-Tekane rojnameya Kurdî ya rojane Azadiya Welat û ajansa jinê, JINHA hatin girtin. Sansûreke mezin li ser çapemeniyê heye.

-Ez bi awayekî aşkera dibêjim, di hiibijartina pêşîn de wextê ku sindoq hatin danîn, divê bi em muxalefeteke xurt, van têk bibin. Ev bloka faşîst dibêjin em ê ji %50 deng bigirin, ma gelo em çima nekarin ji %60 deng bigirin?

-Li dijî vê faşîzmê, HDP wek gulistanekê ye û reng bi reng e, divê her kes li dijî vê faşîzmê li gel HDPê be.

-Ti fonksiyona Hikûmetê nemaye. Ji vê pergalê re dibêjin serokatiya fîîlî, lê em vê sîstemê baş dizanin, ew nikarin me bixapînin.

Nîvê civakê baş dizane ku serokatî, dîktatorî ye. Tu bi vî awayî nikarî bibî serokê gel, tu yê bibî serokê Komara Copan!

-Serokwezîrê tayînbûyî, dibêje ku “me di nav xwe de FETOyî nehişt”. Eger we hemû FETOyî ji nav xwe avêtibe, divê yên mayî 3 kes bin. Di 15ê Tîrmehê de we bazarî di nav xwe de kiribe û gotibe “hûn têkilî me nebin, em jî têkilî we nebin”, em dixwazin ku wê jî bizanibin.

-Parêzerî wek pîşe bi fîîlî ji holê hatiye rakirin. Hejmara parêzeran hatiye sînorkirin. Çima? Ji bo ku kar û emelên wan ên kirêt di dadgehan de eyan nebe.

-Temenekî siyasî yê her dîktatorekî heye. Em çiqas zûtir li dijî wî bergirî û amadekariyên xwe bikin, têkçûna wî dê ewqas zûtir be.

-Hilbijartina rektoriyê hate betalkirin. Dê midaxaleyî rêbaza hilbijartinê ya giştî jî bike. Ew ji hilbijartinê, bi tenê îradeya xwe ya ku ew hildibijêre, fêhm dike.

-Li halê pergala perwerdehiyê binihêrin. Bi deh hezaran mamoste ji kar hatin avêtin. Li halê “dibistanên proje”yê binihêrin. Li gorî bayê aqilê xwe midûr tayîn kirin û mamosteyên din jî belavî her aliyê Tirkiyeyê kirin. Niyeta wan heye ku li her derê Îmam Xetîban vekin.

-Yên ku me nas dikin, baş dizanin ku em dewr û demên dijwar bi serfirazî li pey xwe dihêlin.

1 Mijdar 2016