Heta niha çend pirtûkên kurdî bo pirtûkxaneyê hatine wergirtin?

Parlementerê me yê Amedê Îmam Taşçier derbarê wergirtina pirtûkên kurdî bo pirtûkxaneyê pêşniyaznameyek arasteyî Wezîrê Karûbarên Çandî û Tûrîzmê Nabî Avci kir. Taşçier di pêşniyaznameyê de pirsî;

1.      Li Tirkiyeyê 25 milyon kurd dijîn, lê heta niha çend pirtûkên kurdî bo pirtûkxaneyê hatine wergirtin?

2.      Eger pirtûkên kurdî hatibin wergirtin, ew pirtûk ji kîjan weşanxaneyê hatine çapkirin û çend heb hatine wergirtin?

3.      Eger pirtûkên kurdî hatibin wergirtin, ew pirtûk li gorî kîjan krîteran hatine bijartin?

4.      Weşanên periyodîk ên kurdî hatine wergirtin an na? Ku hatibin wergirtin, ew weşan kîjan in?

5.      Eger pirtûkên kurdî nehatibin wergirtin, sedemên wê çi ne?

6.      Gelo di nav komîsyona ku pirtûk-weşanan hildibêjêre de kîjan endam bi kurdî dizane?

7.      Hûn wek Wezareta Çandê û Tûrîzmê, ji bo pêşxistina zimanê kurdiyê ku li Tirkiyeyê ji aliyê gelek kesan ve tê axaftin, di warê gelemperî de çi kar û xebatan dikin?