Heta ku paşxaneya wê neyê ronkirin ev birin dê her hebe

Heta ku paşxaneya wê neyê ronkirin ev birin dê her hebe.

Herçend di ser re çaryek sedsal bihurîbe jî, Komkujiya Sêwasê ya 2ê Tîrmehê hê jî nehatiye ronkirin.

Divê wehşeta Madimakê ya ku gelek wecheyên tawanên nefretê dihewîne, bi tene bi ser failên diyar û aşkera neye hilsengandin û neye bincilkirin. 

Heta ku ezmkarên vê tawana li dijî mirovahiyê ya aşkera neyê ronkirin, dê ti carî ev buhrana baweriyê û têkçûna civakî ya di nav civaka Tirkiyeyê de neyê selihandin.

Ev komkujiyên bi vî rengî yên ku divê bi rûbirûbûneke karîger werin ronkirin, bi tene nekeve bin mesûliyeta darêzgeriyê û divê berpirsên siyasî jî werin diyarkirin û darizandin.

Ji bo ku ji îro şûnve êrîşên bi vî rengî li ser ti pêkhateyeke civakî neye kirin, divê rûbirûbûneke cidî pêk were. Ji bo ku êş û azarên me di rabirdûyê de werin hiştin, divê ew neyên bincilkirin û aşitiya civakî were pêkanîn.  

 

Ayhan Bîlgen
Parlementerê HDPê yê Qersê
Girtîgeha Sîlîvriyê
1 Tîrmeh 2017