Guven: Ez gelek xemgîn im ku axaftina min a ji bo pêdiviya refleks û piştevaniya neteweyî xelet hatiye fêmkirin

Parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven derbarê axaftina xwe ya li konferansa rêxistinê ya Amedê de daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Di 14’ê Tîrmeha 2019’an de li Amedê di konferansa herêmî ya HDP’ê li dar xistibû de, min bi ser navê Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk axaftinek kir. Ew axaftin li ser medyaya civakî û di raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de hate nîqaşkirin. Di axaftina xwe de min operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê nirxand û min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kek Mesûd Barzanî daxwaz kir ku li dijî van operasyonan xwedî helwestekê bin. Weku tê zanîn Kek Mesûd Barzanî berê gelek caran gotibû “ez ê êdî tu carî nehêlim ku kurd bi hevdu re şer bikin” û min gelek girîngî da vê axaftina wî û nirxandinên xwe li ser wî esasî kiribûn. 

Di wê axaftinê de armanca min ew bû ku balê bikişînim ser xetereya operasyonên leşkerî yên li ser gelê Başûrê Kurdistanê û pêdiviya avakirina yekîtiya neteweyî û pêkanînan xeteke palpiştiya neteweyî bînim ziman. Lê mixabin axaftina min ji konteks û merama xwe hate bidûrxistin û xelet hate şîrovekirin; ji ber vê rewşê ez gelek xemgîn im.

Her çend Kek Mesûd Barzanî îro bi awayekî çalak siyasetê neke jî, em baş dizanin ku gelê Kurdistanê wî ji nêz ve dizane û dişopîne û mîsyoneke wî ya girîng, dîrokî û siyasî heye. Kek Mesûd bi vê mîsyona xwe ya siyasî, bi têkoşîna xwe û bi tecrûbeyên xwe, dikare di demeke ku Rojhilata Navîn û Kurdistan bûye deryaya xwînê, rê li ber van rageşî û berberiyan bigire, diyalog û guftûgoyê esas bigire û ji bo encamgirtina xebatên yekîtiya neteweyî hewl bide. Bi raya me, ev bendewariya derbarê Kek Mesûd de helwesteke welatparêzî û Kurdistanî ye. Gelê me jî baş dizane ku di dema proseya referadûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê û hemû xetereyên li ser gelê me yê başûr de, helwesta Kongreya Civaka Demokratîk cihekî giranbuha digire.

Hemû nirx û destkeftiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, destkeftî û nirxên gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye; ez hêvî dikim ku axaftina min jî li dor vê çarçoveyê bê fêmkirin û ji meram û armanca xwe neyê bidûrxistin.

Rêz û silavên xwe pêşkêş dikim.


Leyla Guven
18 Tîrmeh 2019
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê

Etiketler: #leyla guven