Geşedanên li Tirkiyeyê û Bakurê Sûriyeyê girêdayî hev in

Cîgirê Hevserokê me yê Giştî yê Nadir Yildirim li Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrî kir. Yildirim, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de parve kir û diyar kir ku cara yekem e li Sûriyeyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartineke demokratîk pêk tê û wiha got: "Mirovê 80-90 salî yekem car dengê xwe avêtin sindoqê." 

Di 16'ê Adara 2016'an de li bajarê Rimelan bi tevlêbûna 200 delegeyên Kurd, Erebe, Suryanî û Êzîdî kongre hatibû Li Herêma Federal a Bakurê Sûriyeyê Federasyona Sûriyeya Demokratîk a Sûriye pêngava yekemîn di 22'ê Îlonê de hilbijartinên kantonan pêk anîn. Di hamleya duyemîn de hilbijartinên hevserokên meclîsên bajar, navçe û bajarokan di 1'ê Kanûnê de pêk anîn. Di vê hilbijartinê de ji bo hilbijartinên komunan 728 hezar û 450 hilbijêr dengê xwe dan. Li 3 herêmen kantonan bi giştî 808 hezar û 495 hilbijêr dengê xwe dan. Hilbijêr li herêma Kantona Cizîrê 841, li Herêma Kantona Firatê 256 û li Herêma Kantona Efrînê jî 206 bi giştî hezar û 303 navend û 10 hezar 825 sindoq danîn. Li ser sindoqê jî 6 jê esil bi giştî 8 kes hatin peywirdarkirin. Hilbijartina gişti dê di çileyê 2018'an de pêk bê. 
 
Li ser banga Federasyona Sûriyeya Bakur û dawetiya Komîseriya Hilbijartina Bilind a Sûriyeya Bakur ji Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo çavdêriyê heyet çûn herêmê. Ji Tirkiye ji heyeta ji 5 parlamenterên HDP'ê pêk dihat çûn li ser sindoqan çavdêrî kirin. Endamê heyeta çavdêriya hilbijartinê û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim li Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrî kir. Yildirim, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de bi Ajansa Mezopotamya re parve kir û diyar kir ku cara yekem e li Sûriyeyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartinek demokratîk pêk hatiye. 
 
‘ÇÛNA HEYETÊ XWEDÎDERKETIN Û HESTA YEKÎTIYÊ YE'
 
Yildirim anî ziman ku çûna heyetê ya ji bakûr hem hesta xwedî derketinê ye û hem jî hewldana yekîtiya neteweya kurd e û wiha got: “Li Bakurê Sûriye bi ked, bedel û tekoşînek mezin şoreş pêk hat. Şer û şoreşa li Sûriye ber bi encamê ve diçe. Hêzên şoreşê yên li Rojava di platform û civînên navneteweyî de bi tercîdê rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê di pêvajoyek wisa û hilbijartinek wisa de yekîtiya neteweyî û piştevaniya neteweyî girîng e. Nunerên gelan û tekoşîna azadiya demokrasiyê hêj di bin ambargoya navneteweyî de ye. Ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna demokratîk ev hilbijartin girîng e. Ji ber vê yekê divê em hemû lê xwedî derkevin û piştgiriyê bidin. Me jî di vê çarçoveyê de piştgirî da." 
 
‘GEŞEDANÊN LI TIRKIYE Û BAKÛRÊ SÛRIYE GIRÊDAYÎ HEV IN'
 
Yildirim, anî ziman ku li Bakurê Sûriyê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Em wekî HDP'ê ku li Tirkiye têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê dimeşînin em dizanin zextên li Tirkiye li ser me pêş dikevin girêdayî geşedanên li Bakurê Sûriye ne. Em bawer dikin ku Hêza Azadiyê ku li vir pêş bikeve de bandorek erênî li ser Tirkiye bike. Dema em li vir li dijî faşîzmê têkoşiyank, me dît ku têkoşîna herî berfireh ya li dijî faşîzma li welatê me li Bakurê Sûriye pêş ket. Em bi salan in li dijî statukoya li welatê xwe têkoşînê didin. Polîtîkayê pêş dixin. Me dît ku encama têkoşîna azadiyê li Bakurê Sûriyeyê dikeve jiyanê. Bi ruh dibe." 
 
’MIROVÊ 80-90 SALÎ YEKEM CAR DENGÊ XWE DIDIN'
 
Yildirim, anî ziman ku ji her beşên civakê yên kêmar, baweriyên cuda û rengên cuda çûn ser sindoqê û wiha got: "Mirovên 80-90 salî yekem car çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Vîna xwe aşkere kirin. Kelecana jinan zêdetir bû. Di dîroka Sûriye de yekem car hilbijartinek bi vî rengî ya demokratîk pêk tê. Di hilbijartinê de bi piranî kurd û beşên cuda yên civakê çûn ser sindoqê û dengê xwe avêtin. Vîna xwe aşkere kirin." 
 
‘JIN LI HER DERÊ PÊŞENG E'
 
Yildirim, destnîşan kir ku eleqe û kelecana hemû gelan hebû û wiha berdewam kir: "Li her derê bêtir muxatab jin bûn. Li her derê herî zêde pêşeng jin in. Di hemû saziyên li Bakurê Sûriye de muxatabê me jin bûn. Tevlêbûna jinê ya nava xebatan ne tenê girêdayî şerê li Sûriye ye. Di hemû pêvajoyên bi rêxistinbûna civakê de di nava hemû rêveberiyan de nûnertiya jin di pêş de ye. Jin pêşengişê dike. Fîgura mêr pir lawaz e. Nûnertiya wekhev a jin û mêr li Rojava baweriyek mezin daye jinê. Her çend di rêveberiyê de nûnertî û tevlêbûnek wekhev hebe jî jin bêtir çalak û di pêş de ye. " 
 
‘LI HERÊMÊN WELATIYÊN EREB JÎ TEVLÊBÛN ZÊDE BÛ'
 
Yildirim anî ziman ku ji ber ewlehiyê nekarîbûn biçin herêma Efrînê, lê li herêma din belav bûn û xebatên xwe berdewam kirin û wiha got: "Li herêmên ku ereb lê dijîn tevlêbûna welatiyên ereb a hilbijartinê gelek zêde bû. Me dît ku ne tenê şoreşa gelê kurd e. Di heman demê de şoreşa gelê Ereb û gelên Suriye ye. Hemû gelên herêmê vîn û nûnertiya xwe di vê hilbijartinê de dibînin. Ji herêmê hemû bawerî, nijad, ziman û civak tev li hilbijartinê bûn û vîna xwe aşkere kirin. Li Sûriye hewldan li dijî perçekirinê, hewldana yekîtî û yekparebûnê li pêş e." 
 
‘MEZIN DIFIKIRIN'
 
Yildirim anî ziman ku li Federasyona Bakurê Sûriye fikra perçebûnê ji holê rabûye û dijberî vê yekê bêtir fikra yekîtî û yekparebûnê li pêş e. Bêtir fikra Sûriyeya Demokratik li pêş e. Li vir azadiya Sûriye û Rojhilata Navîn armanc dikin. Dixwazin ji Rojava ber bi Sûriye û ji Sûriye ber bi Rojhilata Navîn ve demokrasî û azadiyê pêş bixin. Armanc dikin ku civaka demokratîk, azad, wekhev, ekolojîk û yekîtiya civakan ava bikin û mezin bikin. Fikra mezin li pêş e." 
 
‘DÎWARÊ LI SER SÎNOR BÊWATE YE'
 
Yildirim, bal kişand ser dîwarên betonî yên li seranserê sînor hatine danîn û wiha got: "Dema mirov li wan dîwaran dinere, dibîne ku êdî ew dîwar bê wate ne. Bi armanca civakê perçe bikin wan dîwaran lê dikin. Lê li bin xetê ew dîwar bê wate ne. Ji ber ku li wî alî perçebûn û dabeşkirin tune. Fikra jiyana hevpar û bi hevre esas e." 
 
1'Ê KANÛNÊ BÛ DESTPÊKA SERDEMEKE NÛ 
 
Yildirim, anî ziman ku bi hilbijartina 1'ê kanûnê li Sûriye serdemek nû dest pê kir û wiha lê zêde kir: "Li Sûriye DAIŞ têk çû. Hat xelaskirin. Her çend zerar û ziyana wê mesin bû jî hat xelaskirin. Bi 1'ê Kanûnê dest bi pêvajoya avakirinê kirin. Avakirin û muzakere dê bi hevre pêş bikevin. Li Sûriye ji 3 paran 2 par di destê Federasyona Bakurê Sûriye de ye. Çavkaniyên Avê ji sedî 70, bendav li vê herêmê ye. Çavkaniyên petrolê ji sedî 75 li vê herêmê ye. Qadên çandiniyê li vê herêmê ne. Li vir parvekirina wekhev esas digirin. Li vir çareseriya pirsgirêkan ne bi şer bi aştî û muzakereyan çareser dikin." 
 
Yildirim herî dawî bal kişand ser yekîtiya neteweya kurd û wiha bi dawî kir: "Di ziyaretê de nebûna Rojhilatê Kurdistanê kêmasiyek bû. Ji bakur û başur heyet çûn. Ev ji bo yekîtiya neteweyî girîng e. Heyetên ku di navde parlamenter, rojnameger û siyasetmedar hebûn hatin. Ji bo yekîtiya kurdan pir girîng bû. Ji bo guhertina hişmendî û pergala nû divê mînak bê girtin. Xwedîderketina Federasyona Bakurê Kurdistanê ji bo yekîtiya gelan u yekîtiya kurdan girîng e. Dê bi xwe re çareseriyê pêş bixe. Li wir pergala ku pêdiviya mirovahiyê jê heye tê avakirin. Em jî dixwazin hêza xwe ya li vir bi hêza wir re bikin yek û encam bistînin." 

 

04 Kanûn 2017