Gelo seferên balafirê yên Silêmaniyê dê kengî dest pê bikin?

Parlementera me ya Amedê Feleknas Uca, derbarê betalkirina seferên balafirê yên ji Tirkiyeyê bo Silêmaniyê de pêşniyaznameyek da Wezîrê Veguhastin, Behrewanî û Komînîkasyonê Ahmet Arslan:

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê, di 29ê Îlona 2017an de Serokwezîr Bînalî Yildirim daxuyanî dabû û gotibû ku hemû seferên balafirê yên ji Tirkiyeyê bo Hewlêr û Silêmaniyê bêdem hatine betalkirin.

Seferên Stenbol-Hewlêrê ji meha Îlonê hatibûn betalkirin, lê 27ê Adara 2018an de Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) cardin dest bi sefere kir. Di ser re 2 hefte bihurî, lê hê jî seferên Silêmaniyê dest pê nekirine.

Lewre;

1. Gelo di halê heyî de seferên Hewlêrê dest pê kirine, lê çima hîn yên Silêmaniyê dest pê nekirine?

2. Ji Tirkiyeyê bo Silêmaniyê gelo dê kengî seferên balafiran dest pê bikin?

 

12 Nîsan 2018

Etiketler: #feleknas uca , #silêmanî