Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de cih girtin, lewhe û plaqeyên trafîkê yên duzimanî ku nîşaneya riyan in, ji kûçe û bûlwarên Amedê hatine daxistin.

Li gorî nûçeyan, lewheyên duzimanî yên trafîkê ku ji teref şaredarên hilbijartî hatibûn çêkirin bi destê birêveberiya ku di nava gel de weke Kayyûm tê zanîn, bi lewheyên ku li ser wan bes bi zimanê Tirkî dinivîse re hatine guhertin. 

Li gorî nûçeyan di şûna lewheya "Yeniköy Mezarlığı (Goristana Yenîkoyê)" de lewheya ku li ser bes bi zimanê Tirkî "Yeniköy Mezarlığı" dinivîse, hatiye daliqandin. Lewheyên li ser Cadeya Zümrütkentê yên ku "Mardin (Mêrdîn), Batman (Êlîh)" nîşan didin û lewheyên li ser 75 Metre Yolê yên ku "Urfa (Riha)" nîşan dide hatine daxistin û di şûna wan de lewheyên ku bes “Mardin, Batman, Şanlıurfa” dinivîse hatine bilindkirin. Dîsa di şûna lewheya “Cadeya Mehmed Uzun” de bi awayeke ku bes zimanekî bihewîne lewheya “Mehmed Uzun Caddesi” hatiye bilindkirin. Li gorî agahiyan, lewheyên duzimanî yên ku di gelek  nuqteyên bajêr de hebûn, bi lewheyên ku bes zimanekî dihewîne re hatine guhertin. Herwiha gelek lewheyên bi Kurdî yên li ser riyên çalak weke 75 Metre Yol û Cadeya Elazığê jî hatine daxistin. 

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê hate îdiakirin ku biryara daxistina lewheyên pirrzimanî, piştî serdana Amedê ya Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdoğan hatiye girtin. 

Lewre;

  1. Sedema daxistina lewheyên duzimanî yên bi Kurdî û Tirkî û di şûna wan de bilindkirina lewheyên yekzimanî çi ye? 
  2. Telîmata daxistina lewheyên Kurdî kê daye?
  3. Çend heb lewhe ji cadeyên Amedê hatine daxistin?
  4. Gelo agahiya destnîşankirî ya “biryara daxistina lewheyên pirrzimanî ya ku piştî serdana Amedê ya Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan  hatiye girtin” rast e? Di wê serdanê de telîmateke bi vî şiklî ji Cumali Atilla re hatiye dayîn?
  5. Li ser wan lewheyên ku hatine daxistin, çi dinivîsî?

 

12 Nîsan 2018

Etiketler: #kurdî , #adem geverî