Gelo ew dîwarê ku li ser tixûbê Sûriyeyê hatî çêkirin, dê hilweşe yan na?

Cîgirê Serokê me yê Komê Ahmet Yildirim, derbarê dîwarê ku li ser tixûbê Sûriyeyê hatî çêkirin de pêşniyaznameyek amade kir û arasteyî Serokwezîr Bînalî Yildirim kir. Yildirim di pêşniyaznameyê de bal kişand ser gotinên Bînalî Yildirim ên derbarê Serokê Amerîkayê Trump a ku digot “ku hûn dîwaran çêbikin, ev nê riya çareseriyê ye, ew dîwar dê bilind bin, bilind bin û hilweşin. Dîwarê Berlînê jî bi salan sekinî û piştre rojekê hilweşî.”

Serokwezîrê Hêja, di 28ê Rêbendana 2017an de, di serdana Serokwezîra Inglistanê Theresa May de, we di civîna hevpar a çapemeniyê de, derbarê gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku digot “hatine penaberan a ji bo Amerîkayê qedexe ye” de pirsek bersivandibû û wiha gotibû:

“(…) Hûn dîwaran çêbikin, ev nê riya çareseriyê ye, ew dîwar dê bilind bin, bilind bin û hilweşin. Dîwarê Berlînê jî bi salan sekinî û piştre rojekê hilweşî. Çima? Çimkî mirov nikarin li ber guherînê bisekine. Divê mirov xwe bigehîne guherînê. Kêşeyên herêmî bi bincilkirinê nayên çareserkirin. Divê mirov bi kêşeyan re rû bir û bibe û wan çareser bike. (…)”

Serokwezîrê Hêja, we di civîna hevpar a çapemeniyê ya li gel Serokwezîra Inglistanê Birêz May de bi referansên tarîxî behsa çêkirina dîwaran kir û got “çêkirina dîwaran ne çareserî ye”. Derbarê çêkirina dîwarên li ser tixûbê Sûriyeyê de ji bo zelalkirina hin babetan çend pirsên min hene ku dixwazim cenabê we wan bibersivîne.

Her ji ber wê;

1) Li gel beyana we ya “dîwar jî hildiweşin”, hûn derbarê çêkirina dîwarê li ser tixûbê Sûriyeyê çi difikirin?

2) Sedema wê her çi dibe bila bibe, bi raya we, gelo rojekê ew dîwar jî dê hilweşe yan na?

3) We gotibû “kêşeyên herêmî bi bincilkirinê nayên çareserkirin.” Gelo di navbera vê beyana we û çêkirina dîwarê li ser tixûbê Sûriyeyê de nakokiyek heye yan na?

30 Rêbendan 2017