Gelo ev dîmenên ku aîdî Sûrê ne, çima bi awayekî sîstematîk tên belavkirin û parvekirin?

Pêşniyaznameya Parlementera me ya Amedê Feleknas Uca ya li ser dîmenên tehliyekirina sivîlên li Sûra Amedê û muameleyên kirêt ên li dijî wan. 

Di çarçoveya lêpirsîna li dijî rêxistina Fetullahî ya peyana derbeyê de serfermandarê Artêşa 2yemîn Adem Hudutî hatibû girtin. Dîmenên nû yên welatiyên dorpêçkirî yên di operasyona tehliyekirina ji Sûra Amedê ku ji aliyê serfermandar  Adem Hudutî ve dihat meşandin, derket meydanê. 

Di 14ê Rêbendana 2017an de, hin dîmen derketin meydanê ku tê de welatiyên sivîl, di qedexeya derketina derve ya ku 104 rojan dombûyî de, tûşî îşkenceyê bûne. Di dîmenan de leşkerên ku di seyareyên zirxî de ne, daxwaz ji kesên tehliyebûyî dikin da ku destê xwe rakin jor, zikê xwe û pişta xwe tazî bikin. Wisa tê îdiakirin ku dîmenên tehliyekirinê yên ku zêdetirê wan ji zarok û jinan pêk tê, ji aliyê leşker an polîsan ve hatine kişandin. Di dîmenan de xuya ye ku leşker ji seyareyên zirxî daxwaz ji sivîlan dikin ku wan tazî bikin û her wisa wan tacîz dikin. Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku kesên ku van dîmenan dikişînin, sixêf û heqaret û gotinên nîjadperest û cinsiyetperest li wan kesên tehliyekirî dikin. Dîmenên ku behs li ser e, ji aliyê bikarhênarê/a Youtubeê yê/a bi navê “CcC doğan” ve hatiye servîskirin. 

Wekî din, di 26ê Avrêla 2016an de, kesekî destbiçek û rûbimaske, li taxên qedexekirî yên li Sûrê û di sikakên xerakirî de digere û klîbeke mişt ji gotinên nîjadperest pêk tê dirust dike û wê stranê jî bi rêya Youtubeê belav dike. Pêşniyaznameya derbarê vê barûdoxê de ya ku me dabû Wezareta we hê nehatiye bersivandin. Her wekî din, di 8ê Adara 2016an de dîsa di operasyona tehliyekirinê ya li taxên qedexekirî de, wêneyên aîdî kesên tazîkirî, ji aliyê hesabên curbicur ve hatibûn belavkirin. 

Di 2yê Kanûna 2015an de, di dema ‘qedexeya derketina derve’ de, li Sûra Amedê bi hezaran welatî ji cihên xwe hatin vederkirin, bi sedan kes hatin kuştin, ji egera pevçûnan, welatiyên dorpêçkirî, tûşî îşkenceyê bûn. Ji ber van dîmenan raya giştî careke din toq bû. 

Li dor van agahiyan;

1) Gelo di belavkirina dîmenên tehliyekirina zarok û jinan ên di taxên Sûra Amedê de, dîmenên belavbûyî  bi agahiya we hatiye belavkirin? 

2) Dîmenên behs li ser e, çi wext hatine kişandin?

3) Ew kesên ku di dîmenan de tûşî tacîz û heqaretê bûne, kî ne? Gelo wekî din çend kes rastî heman muameleyê hatine? Jê çend kes jin, çend kes zarok û çend kes mêr in? 

4) Ew kesên ku ji taxên qedexekirî yên Sûrê hatî tehliyekirin, paşî ber bi ku ve hatine birin? Ew kes niha li ku ne? 

5) Ew zarokên ku di dîmenan de cih girtine, piştî tehliyekirinê alîkariyeke psîkolojîk wergirtine yan na? Ew zarok niha li ku ne? 

6) Ew hesaba bi navê “CcC doğan” ê Youtubeê, ku ev dîmen belav kirine, ji aliyê kê ve tê birêvebirin? Ji bo tesbîtkirina wî/ê heta niha lêpirsînek hatiye kirin yan na? 

7) Ew kesên ku sixêf û heqaret li mirovên tehliyekirî dikin û gotinên nîjadperest û cinsiyetperest li wan dikin, kî ne? Îdiayên ku dibêjin ew kes leşker an jî polîs in, rast e yan na? Eger ev îdia rast bin, gelo wezareta we derbarê van kesan de lêpirsînek daye destpêkirin an na? 

8) Ev kesên ku wek hêzên dewletê tên îdiakirin, ji bo tomarkirina van dîmenan, gelo ji kê û kîjan saziyan talîmat stendine? 

9) Gelo ev dîmenên aîdî Sûrê çima bi awayekî sîstematîk tên belavkirin û parvekirin? 

16 Rêbendan 2017