Fikr û nêrînên Şivan Perwer, wî eleqedar dike

Rêxistina me ya Stenbolê û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), duh bernameyeke bi navê Dengê Hunerê pêk anîn û mêvanê wê bernameyê Şivan Perwer bû. 

Şivan Perwer, di bernameya Dengê Hunerê de, mijarên wek huner, mûzîk, siyaset û dîroka Kurdan de fikrên xwe anî ziman. 

Hin nirxandinên Şivan ên derbarê Êzidiyan de, civaka Êzidiyan aciz kir û bû sedema hin gengeşeyan. Em di mijara Êzidiyan de wek Şivan Perwer nafirikirin, ew gotinên Şivan ên derbarê Êzidiyan de fikrên wî yên şexsî ne. Bi nêrîna me, her kes azad e ku derbarê meseleyekê de fikra xwe bîne ziman. Lê divê ew fikr û nêrîn kesekî, civakekê an komekê aciz neke û wek heqaretê neyê derbirrîn. 

Em careke din dubare dikin; di bernameya ku ji aliyê Rêxistina me ya Stenbolê ve hatibû weşandin de, ew fikr û nêrînên Şivan wî eleqedar dike û em di fikr û nêrînên wî yên derbarê Êzidiyan de wek wî nafikirin.

Tulay Hatimogulları

Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan

20 Nîsan 2020