Ferman a padîşah be, NA jî ya me ye!

Berdevkê Partiya me Osman Baydemîr, di Civîna Grûbê ya Meclisê de rojev nirxand û bal kişand ser kêşeyên grîng: 

Ev kursî dê ti carî bêdeng nebe. Vê hefteyê ez xîtabî we dikim, lê bêguman kesên ku li ser vê kursiyê axaftinê dikin biguherin jî ruhê me yê berxwedanê dê her tim bijî.

Çi dibêjin ji bo Elmanyayê? Dibêjin ya ku Elmanya dike faşîzm e. Subhanallah! Eger em lîsteya kiryarên li dijî edaletê çêkin, ev lîste dê bi ser bejna Wezîrê Edaletê bikeve!

Bêguman qeyûm bixwe êrîşeke li dijî îradeya jinan e. Qeyûm kurdî qedexe dike. Tabelayên bi kurdî dadixîne. Dixwaze jinan bike kole û bi îradeya navendê ve girê bide. Ew ên ku jin tine hesibandin di dawiyê de bixwe tine bûn. Şidet, siyaset û tevgera li dijî jinê nabe, heke bibe jî encax dê bibin zirtoço!

Edalet û azadî ji bo herkesî lazim e. Mehkemeya Qanûna Bingehîn xwedî li biryara xwe dernakeve. Balbay û Haberal bi biryara vê mehkemeyê hatin berdan. Niha herî kêm 6 dadger di vê mehkemeyê de ne. Êv sîstem dixwaze xwe li ser îradeya civakê empoze bike. Lê nizanin ku edalet dê rojekê bo wan jî lazim be. Em ê xwe nêzikî çala ku ev ketine tê de nekin.

Em ê nehêlin ku ‘paketa bi nexweşî’ ya ku dê qanûnan biguherîne were qebûlkirin.

Ew 15 sal in îktidar in. Mafên parlementeran radikin. Hevserokên me hatin girtin. Dîsa jî mexdûr ew in!

AKP û MHP bi hev re şil bûn; ne di baranê de lê di xwîna ku bi hev re rijandin de.

Hûn mitîngan qedexe dikin, hûn mexdûr in; hûn mafên parlementerên me radikin hûn mexdûr in! Qisûrê nenêrin lê edî ti rûyê we nemaye!

Dibêjin em ê temenê kesên ku dixwazin bibin parlementer, bikin herî kêm 18 salî. Hela li şoreşê binêrin! Gelo we di 1ê Mijdarê de çend ciwan anîn meclisê?

Koma herî ciwan a vê parlementoyê Partiya Demokratîk a Gelan e. Piraniya wan ciwanan di girtîgehê de ne.

Di referandûmê de rîska diziyê heye ji ber ku wan beriya niha jî dizî kirin. Divê em baldar bin û bergiriyê bikin.

Em bang dikin ku gelê me heta 10ê Adarê serî lêdin ji bo endamtiya lijneya sindoqan da ku xwedî li dengên xwe derkevin.

AKP kampanyaya xwe bi pereyê gel pêk tîne lê Hevseroka partiya me Fîgen Yuksekdag ji ber axaftineke xwe niha di hepsê de ye!

Rayedarên AKPê dibêjin ku eger kesek di referendûmê de bibêje NA, tê vê wateyê ku ew kes piştgiriyê dide xendekan, yan jî bo gotina wan destekê dide çalan. Bi xwedê hûn bixwe ji serî heta binî di nav çaleke qirêj de ne. 

Ti ferq di navbera vê paketa ku me red dike, demokrasiyê tine dike û faşîzmê ava dike û qanûna bingehîn a 12ê Îlonê de nîn e. Em ji we hemûyan re dibêjin NA!

Ji bo hevkarên xwe yên berê, ango ji Fetullah Gulen re, digotin “cimeata Gulen pirsên ezmûna  diziye”. Hûn jî paşeroja ronak a vê civakê didizin!

Eger ferman a padîşah be, ji fermanê re NA jî bersiva me ye. Em ê têk neçin, em ê hêviya xwe mezintir bikin. Me ev ala tekoşînê li erdê nedîtiye û em ê neêxin erdê jî!

 

08 Adar 2017

Etiketler: #osman baydemîr , #na