Feleknas Ûca li Katalonyayê bû

Parlementera me ya Amedê Feleknas Uca, li paytexta herêma Katalonyayê li Barselonayê bû. Uca bi rêveberên herêmî, nûnerên siyasî û xebatkarên medyayê re hevdîtin kir û li ser mijarên wek tayînên qeyûman û pirsgirêkên Êzidiyan axivî.

Weqfa CIEMEN a ku li ser kultur, ziman û komên etnîk ên di bin zextê û xetereya windabûnê de kar û xebatan dimeşîne parlementera me Feleknas Uca dawetî Katalonyayê kir. Uca, serdana Seroka Parlemana Katalonyayê Carme Forcadell, endamên parlemanê û Cîgirê Serokê Şaredariya Barselonayê Gerardo Pisarella kir. Televîzyona fermî ya Katalonyayê Mes324 jî di nav de, gelek saziyên çapemeniyê beşdarî bernameya çapemeniyê ya Uca bûn û nirxandinên wê weşandin.

Uca li ser êrîş û operasyonên li dijî Partiya Demokratîk A Gelan û tayînkirina qeyûman li şarederiyan axivî û got “hevserokên me jî di nav de, 12 parlementerên me hatin girtin lê dîsa jî em têkoşîna xwe dewam dikin”.

Uca her wiha li ser pirsgirêk û tengasiyên penaberên Sûriyeyî û Kurdên Êzidî yên ku piştî êrîşên DAIŞê ji Şingalê derketin û xwe spartin Tirkiyeyê axivî û got hem penaberên Sûriyeyî û hem jî Kurdên Êzidî rastî polîtikayên zext û asîmîlasyonê tên.

Siyasetvanên Katalonyayî gotin ku ew piştevanî û hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan dikin, dê ti carî girtina parlementer û serokên şarederiyan û zexta li ser wan qebûl nekin.

 



21 Kanûn 2016