Failên Komkujiya Roboskiyê hê nehatine darizandin
Nameya parlementera me ya Mêrdînê Gulser Yildirimê ya di girtîgehê de: 

Derbarê Komkujiya Roboskiyê de ya ku bi amûrên şerî pêk hatibû, hê jî ti lêpirsîneke cidî nehatiye kirin û lêborînek nehatiye ragihandin. Ev yek di serî de dilê malbatên Roboskiyê û raya giştî hê jî diêşîne. 

Failên Komkujiya Roboskiyê ya ku di dîroka Tirkiyeyê de yek ji girantir komkujiyan bû, hê nehatine darizandin, lê Veli Encuyê Serokê Rêvebirê Komeleya Roboskiyê yê ku di komkujiyê de gellek xizmên wî hatibûn kuştin, derdestkirî ye. Ev zext û zordestî nayên qebûlkirin. 

Bi têkoşîna me ya hevpar encax aştî û aramiya civakî û rûbirûkirineke rasteqîn a bi komkujiyên berê û yên îro re dê pêk were û heqîqet derkeve meydanê. 

27 Kanûn 2016