Ez destkeftiyên karkerên metalê pîroz dikim
Xwîşk û Birayên Ezîz,

Derdê kesên ku bi sedemên eletewş ên wek “tehdîda ewlehiya neteweyî” daxwazên karkeran ên di cih de qedexe dikin, ne ewlehiya “neteweyî” ye, bi tenê tim ewlehiya patron û meqam û mefkiyên wan bûye. Ez karkerên metalê yên ezîz ên ku xwedî li mafê grevê derketin û li dijî polîtîkayên qedexekirinê yên antî-demokratîk û kedxwariyê, xwedî îrade û helwestekê bûn, silav dikim û destkeftiyên wan pîroz dikim. 

Serkeftina karkeran a bi dirûşma “ji kedxwarî û qedexeyan re Na!” pêşketî, careke din nîşan da ku ewên li ber xwe didin, piştevaniya hevdu dikin û têdikoşin, bi ser dikevin. Ez hêvî dikim ku ev destkeftî dê ji bo me bibe destpêkeke xurt û bibe wesîleya hêvîkirineke jinûve. 

Fîgen Yuksekdag
Hevseroka Giştî ya
Partiya Demokratîk a Gelan
Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê
24 Rêbendan 2017