Ew muameleya li MAZLUMDERê tê kirin, zilm e

Ew muameleya ku îro li ser MAZLUMDERa ku ev 26 sal in têkoşîna ji bo mafên mirovan didomîne, zilm e. MAZLUMDER heta îro her kî dibe bile bibe, tim bi prensîba “li dijî zaliman, piştevanê mazlûman” têkoşîna xwe domand. Îro jî hin kesên ku berê di MAZLUMDERê de rêveberî kirine, niha di nav hikûmetê de ne, lê dîsa jî 16 şaxên wê bi destê qeyûman hatin girtin. Ev gemariyeke mezin e û dê di nav dîroka têkoşîna ji bo mafên mirovan de cih bigire.

Ewên ku mafên mirovan wek doktrîneke exlaqî nanirxînin û li şûna wê, wê ji xwe re wek alavekê dibînin, dê rojekê mecbûr bimînin ku pozîsyona xwe li gorî nasname, bawerî û aîdiyeta rêveberên welêt diyar bikin.

Ew muameleya ku îro li MAZLUMDERê tê kirin, ji reftarên feraseta 28ê Sibatê bêprensîptir û bêrûmettir e.

 

Ayhan Bîlgen

Parlementerê Qersê yê HDPê

Girtîgeha Sîlîvriyê

22 Adar 2017