Ew bi dek û dolaban hevşaredarên me tawanbar dikin


Dibêjin ku “bila xelkê Mûsilê xwe bi xwe rê ve bibin”, lê wextê behs tê ser Şernex û Amedê bi pratîkên faşîzmê tevdigerin. Hûn dikarin şaredariyan dagir bikin, lê bi vî awayî hûn nabin nûner, hûn dibin dagirker. Me li vir gellek caran kampanyayên hilbijartinê pêk anî. Berendamên AKPê bi pereyên dewletê, bi derfet û rişwetê xebatên hilbijartinên meşandin, berevajî wê em rastî zext û astengiyan hatin, lê dîsa jî em bi ser ketin. Di her hilbijartinê de rêjeya dengê me zêdetir bû, lê rêz li vê encamê negirtin. Ew her behsa îradeya milî dikin, lê wextê ku behs tê ser gelê gelê Kurd, wê îradeyê nas nakin. Ez bi aşkera dibêjim, li Amedê ne HDP û DBP, divê feraseta we ya dagirker vê derê biterikîne.

Ew baş dizanin ku nikarin bi riya hilbijartinê şaredariyan bi dest bixin. Ew baş dizanin ku ev defter ji bo wan hatiye girtin. Çimkî, her rêbaz ceribandin, di destê wan de tenê riyek maye: dizî. Şaredarî îradeya gel e, gava ku dizek têkeve malê û diziyê bike û hûn ji tirsê her tiştî radestî wî/ê bikin, hûn ê bêrûmet bin. Ew dixwazin ku me bêrûmet bikin, lê em vê yekê qebûl nakin.

Ew bi dek û dolaban û bi riyên derqanûnî hevşaredarên me tawanbar dikin, lê em ê ti carî vê yekê qebûl nekin.

Şaredarên me, desteser dikin û bi ser de jî protestokirina vê yekê qedexe dikin û êrîşî me dikin, êvarê jî di medyaya hewûzê de dibêjin “HDP li Amedê têk çûye”. Em hînî van vir û derewan bûne, lê hê hin kes hene ku baweriya xwe bi vê tînin.

Tu, ey zatê li Serayê! Hemû şirîkên xwe û wezîrên xwe û bi ser de jî, ji derve mirovên xwe jî bi xwe re bîne, her tişt ji te re serbest e. Em bi şert û mercên wekhev û adil, derkevin meydana Amedê û bibînin ka kî berx e kî beran e. Tu diwêrî yan na? Na. Ma rûyê wan maye ku bikaribin li kuçeyên Amedê bimeşin? Na. Ew fedî nakin û bi ser de radeya zext û zilmê her zêde dikin. Di destê wan de ji bilî amûrên zordestiyê ti tişt nemaye, bes dikarin bi OHALê (rewşa awarte) li ser piyan bisekinin. Nimayîş qedexe, meş qedexe û siyaset qedexe ye. Eger radeya qedexeyan hinekî sist bike, dizane ku ew Seray dê hilweşe.

Ji bilî me her kes tirsiya û bîatî Serayê kir. Em ê di çarçoveyeke demokratîk û aştiyane de, li 81 bajaran bi 5 û 10 kesan be jî derkevin kolanan. Derketina kuçe û kolanan mafekî rewa ye.

Hê axaftina min xelas nabe, dozgerên Serayê derbarê min de lêpirsînê didin destpêkirin. Madem ku hûn ev qas jêhatî ne, dizek û alîgirên terorê yên herî mezin li Enqereyê ne, lêpirsînekê ji bo wan jî vekin. Ma dozgerek jî tine? Me jî di fakulteya hiqûqê de xwend. Li Enqereyê trîpleksên ku Melih Gokçek ji bo Gulen dabû çêkirin, hene. Madem derdê te alîgiriya terorê ye û tu yê qayûmekî/ê tayîn bikî, ji bo Kadir Topbaş tayîn bike, nîvê Stenbolê pêşkêşî Fethullah Gulen kiriye.

Ey zatê Wezîrê Dadmendiyê! Ma te bixwe pesn û paye nedida Fethullah Gülen? Tu niha dibêjî “ez xapandim”. Derkeve û îstîfa bike û bibêje “ez pirr zû tême xapandin û kesekî sefêk im”. Fedî nakin û dibêjin “em xapandin, Xweda me efû bike”. Înşelah Xweda dê hesabê vê yekê ji we bipirse û kunik bi kunik di pozê we re bîne. Ma tu dibêjî “ez hatim xapandin” û xwe jê xelas dikî, lê çi sûcê xelkê heye?

Hin şaredarên wan hene ku nizanin dê pereyan çawa veşêrin. Di bankên Swîsreyê û welatên Ereban, bi awayekî bêhed û bêhisab, mal û milkên wan hene. Ma ev qas mal û milk bi muçeya şaredariyê tête bi dest xistin? Ew hê jî li ser wezîfeyên xwe ne, lê Gultan Kişanak û Firat Anlı, desteser kirine. Em vê yekê qebûl nakin, dixwazin ku vê neheqiyê normalîze bikin, lê em ê qebûl nekin.

Di qamûyê de hin kes hene ku vê bêrûmetiyê dizanin û dibînin. Di nav darêzgêriyê û burokrasiyê de jî hene. Ez bangî wan dikim: divê ji bo ku ev pêşkêşkirin raweste û kuştin û mirin bêne rawestandin, divê hûn dengê xwe bilind bikin. Dibe ku sibe êdî ev firsend jî ji dest we bê wergirtin.

Heta ku hevserokên me û hevalên me werin berdan em ê li her derê xebatên xwe bidomînin. Em ê çalakî û bizavên xwe berdewam bikin. Ihtimal e ku dê rê li ber vê bigirin, lê em natirsin. Hemû xebatkarên me yên bajar û navçeyan, hemû kadroyên me, dê bi şev û roj bi seferberî têbikoşin.

Nahêlin ku seyare û erebeyeke şaredariyê jî derkeve. Bi TOMAyan asteng kirine. Paşê jî dibêjin “HDP-BDP gel mexdûr dike”. Na. Ev sê roj in ji bo ku bangawaziyên me neyên zanîn û bihîstin, înternet birrîne. Li nexweşxaneyan reçete ji bo nexweşan nayê nivîsîn, çimkî înternet tine ye û ne di xema wan de ye. Turk Telekom û şirketên GSMê, ev tiştên ku hûn dikin, sûc e. Hûn nikarin li gorî fermana walî û wezîran, şalterê berjêr bikin. Hûn ti xêrê ji wî pereyê înternetê, nebînin. Biçin doz vekin. Em nizanin gelo dê encamek derkeve yan na, lê dîsa jî li pey bikevin.

Divê her kes xwe wek endamê/a partiyê bibîne û her êvar mal bi mal bigere. Divê dost û dijmin bizanibe ku em bi tenê ji Xweda ditirsin. Di salên 90an de TV û telefon tinebûn, lê em bi hêza mirovî mal bi mal geriyan û xebitîn. Ew nikarin vê asteng bikin. Haydê her kes tax bi tax bigere û bixebite.

28 Cotmeh 2016