Ev gerîneka tundûtûjiyê ya ku Tirkiye werkiriye, bi siyaseta tolhildan û kuştinê nayê têkbirin

Ez wekî jin û wekî dayikekê dinivîsim. Di van demê dawî de, ji ber zêdebûna tundûtijiyê, ciwanên me wefat kirin. Her kî dibe bila bibe, em ji her kesî zêdetir azara wan dizanin û bi hewar û gaziya dayikên wan em diêşin. Li ser rûyê erdê nirxa herî mezin “mirov” bi xwe ye.

Ez ji hemû jinan û dayikan re dibêjim; ez yek bi yek û qasî we êş û azara we hîs dikim. Divê neyê jibîrkirin ku em tenê bi rêbaza diyalog û aştiyê dikarin vê atmosfera tundûtûjiyê têk bibin.

Ev gerîneka tundûtûjiyê ya ku Tirkiye werkiriye, bi siyaseta tolhildan û kuştinê nayê têkbirin, rêya çareseriyê avakirina aştiyê ye. Aştî bi destê serweran nayê avakirin, dê di serî de bi berxwedana jinan û bi têkoşîna gelên bindest were avakirin. Divê em mil bidin hevdu û têkoşîna xwe bi rêbazeke aştiyane û ji bo welatekî demokratîk, azadîxwaz û aştiyane bikin.

Ez Wezîrê Yêkîtiya Ewropayê Omer Çelik û Wezîrê Karûbarê Navxweyî Suleyman Soylu ji ber buxtanên wan ên derbarê partiya me û parlementerên me de dawetî ser rêya wijdanê dikim. Her gotin û beyanên me di arşîvên we de tomarkirî ne. Êdî dev ji buxtanên derbarê Hevserokên me yên Giştî de berdin.

Em ê li dijî serwerên ku em di vir de desteser kirine têkoşîna xwe bibiryar bidomînin û hêvî dikim ku di rêya aştiyê de li gel hev bin. Ez gelê me bi hestên germ û bi hurmet silav dikim.

Gulser Yildirim
Partiya Demokratîk a Gelan
21 Kanûn 2016