Ertan: Ji bo Mecliseke demokratîk bibêjin “Na”

Parlamentera me ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan di hevdîtinên Qanûna Bingehîn de axivî û daxwaz ji parlementeran kir ku di dengdanê de bila dîsa bifikirin û bibin dengê gel.

Ertan wiha axivî:

Dixwazin ku rejîmeke tek zilamî bînin Tirkiyeyê ku serekê partiyekê di her warê dewletê de bibe xwedan hikm û hêz. Di vê rejîmê de Meclis tine ye, hesappirsîn tine ye û mafê pirspirsînê jî tine ye. Di vê sîstemê de ji hinceta aramiyê, otorîterî tê ferzkirin û OHALa ( Rewşa Awarte) mayînde heye, qeyrana aborî û bêkarî heye.

Bibêjîn “Na”

Ji bo pûtepêdana fikr û nêrînên we û ji bo rejîmeke azad û karîgeriya mecliseke demokratîk bibêjin “Na”

Parlementerên jin ên hêja; Ji bo mecliseke ku tê de dengê me neyê qutkirin û em hemû wekhev bibin û ji bo mecliseke ku em bi hev re rê li ber êrîşan bigirin bibêjin “Na”.

Ji bo berevaniya tecawuz û şideta li ser jinên ku li kolan û mal û di her warê jiyanê de tûş dibinê, em bi hev re rê li ber tawan û kuştinên jinan bigirin û bibêjin “Na”.

Ji bo welatekî aştiyane ku tê de kedxwariya karkeran nayê kirin û tawanên karî çênabin û kedkar bi şert û mercên mirovanê tê de dijîn û ji bo ciwan neyên kuştin û darbestên wan ji bo malbatên wan neyên şandin, bibêjin “Na”.

Ji bo em derbeyên leşkerî û sivîl ji hişê vê civakê were reşkirin, em bibêjin “Na”. 

Hz Omer dibêje ku; "Şahidê herî nepenî yê karekî xerab wijdana we bi xwe ye". Ji bo Tirkiyeyeke ku em bikaribin tê de bi hev re bijîn guh bidin dengê wijdana xwe. Ji bo ku em bi hev re bikaribin qanûneke bingehîn a ku reng û dengê civaka Tirkiyeyê şimûl dike ava bikin, em bi hev re bibêjîn “Na”.