Em ti tiştî ji bo xwe naxwazin…

Em ti tiştî ji bo xwe naxwazin…

Çi edlî çi siyasî, hemû girtî û mehkûm, xwedî mafên muameleya însanî ne.

Em dixwazin ku balê bikêşin ser rewşa muameleyên derqanûnî, derînsanî û keyfî yên li girtîgehên Tirkiyeyê. Li gelek girtîgehan ji ber van sedeman, ev ji 40 rojan zêdetir e, greva birçîbûnê dest pê kiriye.

Wezareta Dadmendiyê guh nade van meseleyên ku di bin mesûliyeta wan de ye, lewre em vê yekê qebûl nakin.

Em wek parlementer ti tiştî ji bo xwe naxwazin. Armanca me ew e ku em balê bikêşin ser kêşeyên li girtîgehan û mesûliyeta Wezareta Dadmendiyê bînin bîra wan û nemaze jî reftarên keyfî yên Midûrê Girtîgeha Edirneyê protesto bikin, lewre me dest bi greva birçîbûnê kir.

 

Selahattîn Demirtaş

Hevseroka Giştî ya HDP3e

Girtîgeha Edirneyê

31 Adar 2017