
Mirina rojnamevan Evîn Buldana Edîtora Rojnameya Azadiya Welata ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatî girtin, em xemgîn kirin.
Evîn Buldan li gel hemû zext û zehmetiyan, her azwer bû ku karê rojnamevaniyê bi cih bîne û rastiyan bi zimanê xwe yê dayikî ragihîne. Em ê wê her bi vî rengî yad bikin û Xwedê rehma xwe lê bike; serê malbata wê û serê kedkarên Rojnameya Azadiya Welat û civata çapemeniyê sax be.
Saruhan Oluç
Partiya Demokratîk a Gelan
Cîgirê Hevserokê Giştî
3 Nîsan 2017
Etiketler:
#evîn buldan
, #sersaxî