Em Komkujiya Mereşê ji bîr nakin

38 sal berê li Mereşê komkujiyeke mezin qewimî. Hêzên serdest cudahiya mezheban îstîsmar kirin û gelên me bera hev dan. Welatiyên me yên Elewî û demokrat hatin qirkirin û kuştin û birîndarkirin û yên mayî jî bi zext û zorê neçar hatin hiştin ku cihûwarê xwe biterikînin. Herwisa bi sedan mal û kargeh jî hatin xerakirin. 

38 sal di ser re derbas bû, lê hê jî hêzên ku bûne sebebê vê komkujiyê yên sazmana “dewleta kûr” nehatine aşkerekirin û berpirsên siyasî û fîîlî nehatine darizandin. Komkujiya Mereşê bi dewa û dozên derewîn hate bincilkirin. Di ser re ewqas sal bihurî, dewletê hê jî lêborîn ji Elewyan û civakê nexwestiye.

Îro hê jî Elewî bi awayekî yeksan û di nav aramî û ewlehiyê de nikarin bijîn û rastî cudakerî û vederkirinan tên û gerdîş û kultur û baweriya xwe nikarin bi delîveyên gelemperî bi pêş bixin.

Ew civakên ku bi rûdanên trajîk ên rabirdûya xwe re hevrû nebin, nikarin dahatûyeke mişterek û demokratîk û yeksan ava bikin. Nikarin di halê heyî de jî bi aramî bijîn. Hikûmetên AKPê yên ku bi salan e nahêlin Komkujiya Mereşê were bibîranîn, nimûneya berçav û aşkere ya vê reftarê bi xwe ye.

Heta ku ew komkujiyên ku li dijî Elewî û Kurd û hêzên demokrasiyê hatî sazkirin neyên aşkerekirin û dawî li muameleyên îro neyên anîn û berpirsên wê neyên mehkûmkirin, mixabin dê dahatûyeke demokratîk û hevpar neyê avakirin.

Em êş û azara mirovên me yên hatî kuştin û îro jî bi heman rengî têne kuştin di dilê xwe de hîs dikin û cardin li ber bîreweriya wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
24 Kanûn 2016