Em ji têkoşîna aştiyê venagerin

Daxuyaniya 1ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê ya Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temelli.

Soz û têkoşîna ji bo aştiyê, nemaze di demên ku ihtimala aştiyê zêde nîn e de giring û hêja ye. Li cihên ku şer û pevçûn lê hene, meşandina têkoşîna aştiyê û kemilandina daxwaza aştiyê, erkeke giring e. 

Aştî, rakirina sedemên şer û cîbicîkirina sazî û têkiliyên demokratîk ên rê li ber wî şerî digirin bi xwe ye. Mafê jiyaneke aştiyane, mafekî mirovî yê serekî ye. Li cihê ku aştî lê tinebe, di serî de mafê jiyanî û ti mafê heq û hiqûqê jî misoger nîn e.

Li welatê me û li devera me, pêdiviya me îro zêdetir bi aştiyê heye. Şer, pevçûn û çekdarbûn, civakan xizan dike û wan ber bi qeyranên aborî ve kaş dike, nanê wan ê li sifreyan ji destê wan civakan werdigire.

-Pêdiviya Tirkiyeyê îro ne bi balafirên şer ên F-35 û cîbicîkirina sîstemên moşekî yên S-400 ye. Pêdiviya Tirkiyeyê ne ew e ku bi milyaran dolaran çek û sîlehan bikirre û razemeniya xwe li ser wî esasî bike.

-Di nav mehekê de ji 400 hezaran zêdetir ciwanan serî li leşkeriya bibedel dan û niha milyonek 350 hezar kes jî firarên leşkeriyê û bakayayê ne. Ev dane jî nîşan didin ku ciwan ji atmosfera şer û pevçûnê direvin, wê atmosferê naxwazin.

Tifaqa Erdogan-Bahçelî jî, ji bo daîmkirina desthilatdariya xwe, pratîkên şer û pevçûnê berdewam dikin û zimanê berberî û vederkirinê li ser vî welatî ferz dikin. Ev tifaq civakê bi zimanê şer û pevçûnê dixapîne, da ku desthilatdariya xwe bidomîne. Gotina wan a ku dibêjin “li dijî welatê me, şerê aborî dane destpêkirin”, polîtîkayên navxweyî û derveyî yên xelet û tercîhên aborî yên çewt dinixume.

Di polîtîkaya navxweyî û derveyî de, îro pêdiviya me zêdetir ew e ku em şer û pevçûnê ji rojevê derxin û têkoşîna aştî û demokrasiyê zêdetir bi pêş bixin. Îro zêdetir pêdiviya me ew e ku em alîkarî bikin ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe, ereb, kurd, tirkmen, êzidî, misilman û mesîhî bi awayekî yeksan û demokratîk bi hev re bijîn û li ser esasên rêz û yeksaniya siyasî di nav aştî û demokrasiye de danûstandinan bikin. Divê aliyên siyasî, li ser maseyê bi hevdu re rûnin û bi hev re ji bo Sûriyeyeke demokratîk gavan biavêjin.

Li Tirkiyeyê rêya aştî û aramiyê, di nav şertên yeksan û demokratîk de, bi naskirina zimanên dayikan, çand, nasname, baweriyên cuda pêkan e.  Rêya serekî ya vê yekê jî, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan a ku ev 3 sal in bi awayekî giran û dermirovî tê meşandin û serdestkirina soz û peymana aştiyê ye.

Di 1ê Îlonê de, careke din em soz û helwesta xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê dubare dikin. HDP dê ji bo têkoşîna aştiyê û aliyê wê yê civakî û siyasî û çêkirina atmosfereke aştiyane têkoşîna xwe bike û çi ji destê wê bê, dê texsîr neke. Ji bo ku têkoşîna hevpar a edalet, heq, hiqûq û yeksaniyê û bidestxistina demokrasî û aştiyê, dê gavan biavêje.

 

Pervîn Buldan – Sezaî Temellî

Hevserokên Giştî yên HDPê

1 Îlon 2018