Em ji bo berdêla azadî û demokrasiyê di bin şertên dîltiyê de wek rehîne hatine girtin
Silav û rêz,

Em ji bo berdêla azadî û demokrasiyê di bin şertên dîltiyê de wek rehîne hatine girtin, lê ev yek ji bo me ji bilî guherîne cih nayê ti wateyê. Dema pêngavên azadiyê yên jinan evqas xurt in û rêvebêrên rejîma zayendperest û nijadperest ditirsînin, girtina her cure rîsk ji bo me bi tenê tê wateya li xwe girtina berpirsyariyeke dîrokî. Eger berdêla serkeftinê dîlîtî be…

Eger dixwazin ku hiquqê, wijdanê bin pê bikin û me di bin tecrîdê de bigrin bila bigrin, eger dixwazin sirgûnî Fîzanê bikin, bila bikin. Çi dikin bila bikin; em ê dev ji parastina nirxên ku mirovî azad dikin û ji siyaseta vê çendê û ji berxwedanê bernedin. Em bi endamtiya partiyekê ku ji bo jiyaneke azad û birûmet, ji bo azadiya jinê û xwezayê siyasetê dike û nûnertiya gelên bindestan û gelên mezlûm dike serbilind in. Di her şertê de em ê şayanê vê heqîqetê bibin.

Berpirsê van êş û kaos û trajediyên ku li Tirkiyê diqewimin tim û tim rêveber bi xwe ne. Îro jî berpirsê tiştên ku diqewimin hikumet e. Gel ne mecbûr e xizmeta şaşiyên hikûmetan bikin, ji bo vê berdêlê bidin. Hikûmet mecbûr in xizmetê rastiyên gel bikin.

Ez wisa bawer dikim ku di serî de jin û ciwan û hemû raya giştî dê li hemberî rejîma OHALê, ne teslîmî faşîzmê bibe û bi dirûşma bi dest xistina azadiya xwe, dê têkoşîna azadî û edaletê mezin bike û bi wêrekî, moral û baweriya jinê pêşengiyê bike.

A/ê ku di rêya heqîqetê de mezlûm e, her tim qenc e. Em jî qenc in. Dê azadî serkeve, em ê teqez serkevin.

Li gel hez û rêz

Besime KONCA

Parlementera Sêrtê ya HDPê

20 Kanûn 2016