
Ti berpirsên eskerî û siyasî nehatin darizandin, lê Parlementerê me yê Şirnexê Ferhat Encuyê ku gellek xizmên wî di komkujiyê de hatibûn qetilkirin, parêzbendiya wî hate rakirin û di 4ê Mijdarê de hate girtin. Rêvebirê Komeleya Roboskiyê û birayê wî Veli Encu hê jî derdestkirî ye. Gelê Roboskiyê ev 5 sal in rastî zordestî û erîşên hêzên eskerî û tîmên taybet hatin.
Berpirsên eskerî, sivîl, burokrat û siyasetvan ên komkujiyê, hem ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hem jî Dozgeriya Eskerî ya Serfermandariyê ve bi biryara “bêerkiyê” hatin parastin. Herçend Xelkeya ferman û fermandariyê bête zanîn jî, ti îfadeya failan nehate girtin. Erdoganê ku wê demê Serokwezîr bû, spasiya Serfermendarê wê demê kir. Komîsyona ku li Meclisê hatibû damezirandin û zêdetir di bin hikmê AKPê de bû, rapor ji bo bincilkirina komkujiyê amade kirin.
Komkujiya Roboskiyê encama polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd e û bi plankirî pêk hat. Ewên ku bi firrokeyên şerî ew komkujî pêk anîbûn, piştî wê di sal û nîveke dawî de, bi tank û topên hewanê, Cizîr û Nisêbîn û Silopiya û Sûr û Gever û Şirnex û gellek bajar xerakirin û şewitandin.
Piştguhkirin, dan jibîrkirin û bincilkirina tawanên li dijî mirovahiyê ne mimkun e. Çendîn sal di ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bibe jî, heta ku failên komkujiyê neyên cezakirin, aramiyeke civakî ya adil û mayînde û rasteqîn pêk nayê.
Ev êrîş, derbeyeke li dijî gelên me û li dijî îradeya wekhevî û pêkvejiyanê û daxwazên gelê Kurd ên demokrasî, azadî, edalet û yeksaniyê ne.
Em ê ti carî nehêlin ku komkujiya Roboskiyê û yên bajarên din bêne jibîrkirin. Gelên Tirkiyeyê, hêzên aştî û demokrasiyê, dê her hewl bidin da ku hesabê vê komkujiyê were pirsîn.
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
28 Kanûn 2016