Em hatin kuştin, lê teslîm nebûn

Kurdên Ezidî yên ku li Rûsyayê dijîn, saziyeke bi navê Êzdîxan ava kirin. Nûnerên saziyên Kurd, zanayên Êzidî û dostên Kurdan û parlementera Amedê Feleknas Uca jî beşdarî resepsiyona avakirina saziyê bû û di vekirinê de axaftinek kir. Di axaftina xwe de Feleknas Uca bal kişand ser girîngiya avakirina Êzdîxanê ya ji bo Êzidiyên li Kurdistan û li diyasporayê. 

Kurdên Êzidî yên ku li Rûsyayê dijîn, saziyeke bi navê Êzdîxanê ava kirin û di resepsiyonekê de damezirandina xwe îlan kirin. Nûnerên saziyên Kurd, zana û nûnerên Êzidiyan, saziyên jinan ên Kurdan, nûnerên kantonên Rojava, endamên KNKê û rêvebirên otonomiya Kurd, nûnerê YNKê yê Rûsyayê, Gerînendeyê Giştî yê Navenda Lêkolîna Welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, Endamê Komîteya Karûbarê Derveyî yê Konseya Dûmayê yê Rûsyayê, parlementerê berê yê Partiya Rûsyaya Adil Semion Bagdasarov, Akademîsyenên Rûsî û Parlementera Amedê Feleknas Uca beşdarî resepsiyona ku li Otêla Savoyê ya li Moskowê hate lidarxistin, bûn. Uca, di resepsiyonê de axaftinek kir û got “em hatin kuştin, lê teslîm nebûn” û daxwazên serkeftinê arasteyî gelê Şingalê û Kurdên Êzidî yên li diyasporayê kir. 

Uca di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Êzidiyên ku heta niha bi 74 fermanan tûşî komkujiyan bûne, lê dîsa jî ziman û kultur û bawerî û ‘irf û toreyên xwe parastine û got, “Gelê me serê xwe da lê bawerî û kultura xwe neda û sirra xwe parast.” Her wisa Uca axaftina xwe wiha domand: “Me gellek azar kêşa, Şingal hat şewitandin û wêrankirin. Xort û kalûpîrên me hatin qetilkirin û jinên Êzidî li bazaran hatin firotin. Lê îro gelê me bi îlankirina YBŞê û YJŞê, meclisa gel, meclisa jinan û partiya Êzidiyan, bersiveke xurt da van êrîşan. Gelê me xwe diparêze û rêkxistina xwe pêk tîne. 

Di axaftina xwe de Uca got hesabên komkujiyan ên DAIŞê li Şingalê têk çûn, lê AKP van hesaban bi awayên curbicur pêk tîne û wiha berdewam kir: “AKP îro dixwaze ku Êzidiyên li kampên Amedê yên ku bi alîkariya şaredariyên me hatî avakirin, ji wir derxe. Ev mirovên me ji zilma DAIŞê revîn Amedê û gelê Amedê û şaredariya me piştevaniya wan kirin. Lê qeyûmên AKPê gelê me bi rêbazên curbicur ji Amedê û kampan bi dûr dixe. Bila ti kes li ser xwîna Êzidiyan siyasetê neke. Em Êzidî baş dizanin ku kî alîkariya me kiriye û kî em şerpeze kirine.” 

Her wisa, Gerînendeyê Giştî yê Navenda Lêkolîna Welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, Endamê Komîteya Karûbarê Derveyî yê Konseya Dûmayê yê Rûsyayê, parlementerê berê yê Partiya Rûsyaya Adil Semion Bagdasarov jî axaftinek kir û got “Kurd miletekî qedîm ê deverê ne, balkêş e ku ew heta niha çawa serbixwe nebûne. Êdî ti hikmê peymana Sykes-Picot û Lozanê nemaye. Mafê otonomiyê yê Kurdan û Êzidiyan heye.” 

Dîsa Bagdasarov bal kişand ser pêwîstiya  têkoşîna li dijî rejîma Erdogan û got “pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê ne jidil in.” 

Piştî axaftinan, serok û cîgirên saziya Êzdîxanê hatin nasandin.