Em gelên Kolombiyayê pîroz dikin!

Birêz Juan Alfredo Pinto Saavedra
Balyozê Tirkiyeyê yê Komara Kolombiyayê

Em gelên Kolombiyayê pîroz dikin!

Şerê di navbera Dewleta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC), piştî hin gotûbêj û rêkeftinan bi dawî bû û FARCê hemû çekên di dest xwe de radestî berpirsên Neteweyên Yekgirtî kirin.

Aliyên ku gotûbêj dikirin rastî gelek hewldanên sabotajê hatin lê dîsa jî sebr kirin û bi bîr û bawerî gotûbêj kirin û xebatên bo pêkanîna aşitiyê temam kirin. Em hemû aliyan pîroz dikin.  

Helbet xelasbûna şerê aktîv nayê wê maneyê ku aşitiya siyasî û civakî pêk hatiye. Pêwîst e ku niha li Kolombiyayê li ser esasen edalet, yeksanî û azadiyê, aşitiyeke siyasî û civakî ya adil were ava kirin.

Ji ber ku şerê li Kolombiyayê yê ku di encamê de ji 260 hezar kesan zêdetir mirov hatin kuştin bi awayekî fermî xelas bû, vê yekê di nava gelên cîhanê de hêviya aşitiyê zêdetir kiriye. Em hêvî dikin ku xelasbûna vî şerî ji bo Tirkiye û cografyaya ku şer û pevçûn lê diqewime bibe wesîleya cesaret û îlhama xelaskirina şer û pevçûnê.

Ji aşitiyê re cesaret û ked divê. Gava ku hikûmet tenê li pey berjewendiyên xwe nekevin û bixwazin aşitiyê pêk bînin, wê demê aşitî pêk tê.  

Li cografyaya me ya ku êdî têrî xwîn û hêstiran bûye jî, pêdivî ji berê bêhtir bi pêkanîna aşitiyê heye. Em bi bîr û bawer in ku têkoşîna xwe ya aşitî û demokrasiyê bi awayekî cidîtir bimeşînin. Em bawer dikin ku ev helwesta me ya bi rijd ya siyaseta demokratîk, dê ji bo hemû gel û baweriyan bibe hêvî û bersiveke bi xêr ji bo pêkanîna aşitiyeke adil.

 

Selahattin Demirtaş û Serpil Kemalbay
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan
18 Tebax 2017