Em ê ti carî rûdanên li Cizîrê ji bîr nekin…

Cizîr, di tarîxa Mezopotamyayê de bajarekî kurdan e û di warê civakî û kulturî de bajarekî rengîn e. Mixabin, ev bermayiya rengîn a tarîxî û kulturî, piştî Tîrmeha 2015an, 5 caran, bi qedexeyên derketina derve ya keyfî û li dijî hiqûqa herêmî û navnetewî, hat xerakirin. Qedexeya dawî ya 14ê Kanûna 2015an, piştî operasyonên li dijî taxan ên bi tang û top û çekên giran ên polîs, jendirme, artêş û tîmên taybet, di 11ê Sibata 2016an hat bidawîkirin.

Cizîr, piştî van operasyonên dij-mirovahiyê, di rûpelên tarîxê de wek “bajarê jêrzemînên mirinê” jî hat nivîsîn. Di dorpêçkirinên ku wek “qedexeya derketina derve” hatî binavkirin ên 154 rojan de, ji qurbaniyan nasnameya 211 kesan hat tesbîtkirin û nasnameya 72 kesan jî nehat tesbîtkirin. Ji pitikên 3 mehî heta kalûpîrên 80 salî, ji jinan heta zarok û xwendekarên zanîngehan, gellek kes hatin înfazkirin.

Ev rastî, di raportên Komîsyona Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekgirtî, parlemanên gellek welatan, saziyên civaka sivîl û saziyên mafên mirovan û yên hiqûqê de cih wergirt. Hovîtiya Cizîrê, di tarîxa dinyayê de cihê xwe wergirt. Yên ku nehiştin deste û çapemeniya navdewletî têkeve Cizîrê, nekarîn ku derbirrîn û nivîsîn û raportkirina vê rastiyê asteng bikin. 

Cizîr, her wekî din, wekî bajarê rûmet û berxwedanê yê li dijî van zext û zordestiyên li dij-mirovahiyê jî hat nivîsîn. Awazên Mehmet Tunçan, Asya Yukselan û Derya Koçan a ku digotin “bi me şanaz bin, me çong veneda” di hefizeya gelê kurd û hêzên demokrasiyê de deng veda.

Gellek ji wan kesên ku li Cizîrê ev qetlîam plan kirin, fermana vê qetlîamê dan, paşê bi tohmeta plankerên teşebisa derbeya 15ê Tîrmehê hatin girtin. Lê ji wê rojê heta îro, derbarê kesên ku fermana “jêrzemînên mirinê” dayî de ti lêpirsînek nehat vekirin. Derbarê berpirsên siyasî û îdarî yên vê qetlîamê de ti teşebisa cezakirinê nehat kirin.

Lê derbarê siyasetvanên demokratîk, rêveberên şaredariyan, parlementerên me û Hevserokên me yên Giştî de yên ku li dijî van rûdanên li bajarên kurdan têkoşiyan, li ber xwe dan û teşhîra wê ya siyasî dikirin û piştgiriya gelê Cizîrê dikirin de gellek doz hatin vekirin.

Em di salvegera “jêrzemînên mirinê” yên li Cizîrê de, careke din aşkere dikin û dibêjin, em ê her hewl bidin da ku hesabê van reftarên dij-mirovahî yên li bajarên kurdan were pirsîn û di serî de Hikûmeta AKPê û berpirsên ku biryara vê hovîtiyê dayî, çi sivîl çi leşker çi jî burokrat, ji bo ku di warê siyasî û hiqûqî de werin darizandin em ê her bitêkoşin.

Em ê ti carî mirovên xwe yên ku ji bo mirovahî û rûmetê li ber xwe dayî, ji bîr nekin. Em wan wek lehengên binav û bênav ên têkoşîna ji bo demokrasiyê, yeksaniyê û azadiyê, bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin.

 

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê

8 Sibat 2017