Em ê Mam Celal bi rêzdarî yad bikin

Em ji ber koça dawî ya Celal Talabaniyê Daner û Sekreterê Giştî û Serokkomarê 6emîn ê Iraqê ku ev demek e li Berlînê ji ber nexweşiyê tedawî dibû, pir xemgîn in.

Mam Celal di van dem û qonaxa giring a dîrokî ya ku gelê kurd tê re derbas dibe, bi ked û cehd û xîreta xwe ji me re wek mîras tecrubeyeke têkoşînê hiştiye. Koça wî ya dawî dê ji bo gelên deverê bibe kêmasiyeke mezin.

Em ê bi hişmendiya tecrubeya wî ya têkoşînê ya ku wî ji me re wek mîras hiştiye, li deverên ku gelê kurd lê dijî, têkoşîna xwe ya demokratik bidomînin û wî wek leheng û gernasekî gewre her yad bikin. 

Rehma Xwedê li Mam Celalê ku jiyana xwe fîdayî azadiya gelê kurd kiriye û di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet û şanaz wergirtiye dikin û em sersaxiyê li gelê kurd û li gelên deverê dikin. 

Mam Celal, dê li her derê cîhanê her û her di dilê gelê kurd de û di dilê gelên ku têkoşîna azadiyê didin, her hebe her bijî.

 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
3 Cotmeh 2017

Etiketler: #celal talabanî