Em ê bi kampanyaya xwe ya li dijî OHALê, împaratoriya tirsê hilweşînin

Rêhevalên ezîz,

Di serî de ez gelê me, meclisa partiyê, lijneya rêveberina navendî, koma meclisê û hemû rexistina partiya me bi hestên germ û şoreşgerane silav dikim.

Ez pê bawer im ku gelên me û partiya me, dê van rojên teng û dijwar bi serkeftî têk bibe. Çimkî me zehmetî û astengî gellek kişand û bi hêza îradeya xwe û baweriya xwe em hatin vê rojê. Me her qonaxên teng û tarî, bi serbilindî û serfirazî têk bir û cardin xwe rêkûpêk kir. 

Ew dikarin me têxin zindanan, lê nikarin xeyalên me yên demokrasî û azadî û aştiyê asteng bikin, têxin zindanan û têk bibin. Dibe ku em di hindur de ne, lê fikr û ramanên me di nav jiyanê de û di hindurê têkoşînê de deng vedidin û dê li kolan û li derê her hebin û her xurt bin.  Çimkî em ew kes in ku ti carî radestî zilm û zordestî û faşîzmê nebûne, em ê her û her li ber xwe bidin. 

Ez di kampanyaya me ya têkoşîn û berxwedanê ya li dijî OHALê de, serkeftinê ji bo her kesî dixwazim. Ez pê bawer im ku em ê bi rih û seferberiya 7ê Pûşberê di vê kampanyayê de serkeftî bin.

HDP, di geşedana polîtîk û rêxistînî de û di warê wesfdariyê de xwediyê tecrubeyan e û bi kampanyayan serkeftinên mezin bi dest xistiye. Em di 7ê Pûşberê de bi ser ketin, di 1ê Mijdarê de bi ser ketin û em ê niha jî bi ser kevin. Kampanyaya me ya OHALê, di çarçoveyeke teng de nîn e û bi tenê ji daxwaza rakirina qanûnên OHALê û bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de ve nehatiye sînorkirin. Ev xeta têkoşîn û berxwedanê, qonaxeke nû ya avakirina demokrasiyeke rêkûpêk û bidestxistina azadiyê ye. Em ê bi kampanyaya OHALê, tarîtiya faşîzmê ronî bikin û împaratoriya tirsê hilweşînin. Em ê gelên xwe bigehînin coş û dilgeşî û dilşadiya ronahiyê. Ji bo pêkanîna vê yekê jî hemû berdêlên ku me dayî ji bo me şanazî ye. 

Bila hêvî bibe rêhevalê we. Em ê teqez serkeftî û serfiraz bin. HDP bihêz li ser piyan e. 

Bi rêz û hezkirin,

Fîgen Yuksekdag