Em dev ji doza mafên xwe yên xwezayî, însanî û huqûqî bernadin

Gelê me yê berxwedêr û birûmet

Jinên delal,

Ciwanên ezîz,

Hevalên hêja.

Ji nav dîwarên zindana Silivriyê bi hêstên heval û hogirtî, birûmet û serbilindahiyê û bi hêza gelê me yê berxwedêr, ez we hemûyan silav dikim, rêz, hezkirin û bêriyên xwe ji we re dîşînîm.    

Gelê me careke din mixabin di ezmûneke agirî re derbas dibe. Zilm û zordariya dîrokê careke din li ser gele me pêk tê, lê em bibawer û bihêvî ne ku berxwedana gelê qedîm ê gelê  kurd û gelê Geverê dê vê zilmê paşve vegerîne û serfiraziyê bi dest bixe.

Hevalên hêja, di van rojên dîrokî de me jî dixwest ku em li gel we bin. Mixabin zordaran dest danîne ser vîna gelê Geverê û gelê Kurdistanê. Ez dixwazim bi dilekî zîz bibêjim ku, ne dîwarên zindanan, ne kelepçeyên desthilatdaran me ti carî ji rêya me venagerîne û me ji gelê me yê berxwedêr û serbilind venaqetîne.

Bila hûn zanibin desthilatdar dikarin serê me jî jêkîn, lê nikarin serê me bitewînin, em di bin her şert û mercê de li gel we ne, dilê me, vîna me, fikr û ramanên me li gel we ne, wekî ku gelê me her dem li gel me bûye.

Gelê me yê birûmet, hevalên xoşewîst, roj derbas nabe ku bincavkirin, girtin, kuştin li ser gelê me û partiya me pêk neyê. Vîn û îradeya gelê Colemêrgê, hemû parlementer, şaredar, endamên meclisa şaredariyê, endamên meclisa bajêr, rêveberên rexistinê, endamên tevgera jinan, endamên rexistina ciwanên gelê me yên sivîl, jin, mêr, zarok, pîremêr, pîrejîn û her cur mirov bi aweyekî hovane û bêhuqûqî hatine girtin û ketin zindanan. Niha îradeya gelê Colemêrgê, gelê Geverê, gelê Şemzînan û Çelê di vê komarê de nayê dîtîn û nayê nûnerkirin û îradeya wan hatiye desteserkirin. Em vê yekê şermezar dikin û ti carî qebûl nakin û wê helbet bersiveke me li hemberî vê rewşa bêhuqûqî hebe. Em gav paşve neavêjin û teslîm nabin, lewre ev bersiva herî mezin e û her wisa ev di têkoşîna siyaseta demokratîk de meşeke bileztîr û bihêztir e. Em dev ji doza mafên xwe yên xwezayî, însanî ,huqûqî bernadin. Jiyaneke azad û serbilind wekî her gelî mafê gelê me yê birûmet e jî.

Li hemberî vê êrîşa bêhuqûqî û hovane kongreya ku hûn îro li dar dixin wateyeke dîrokî tîne ziman, lewre ez gelê me yê birûmet careke din pîroz dikim. Peyama vê kongreya ku li Geverê tê li darxistin ev e ku em li ser piyan in, û zilm û zorî çavên me natirsîne. Gelê me li ser doza xwe ye em jî li ser soz û peymana xwe ne. Hûn hevalên me yên hêja li derve, em parlementer, şaredar û rêveber, li zindanan em ê li ber xwe bidin. Makezagoneke ku derdê me derman nake û pirsgirêka kurd û demokrasiyê çareser nake û bi tenê xwesteka yek mîrovi, yek zilamî, yek fikrî bi cih tîne, em qebûl nakin û em ê biqêrin û bibêjin NA!

Ez hevalên rêveber ên ku heta îro deriyê partiya me vekirî hîştine û xebatên rêxistinê berdewam kirine û di rojên zor û dijwar de li gel gelê me sekinîne pîroz dikim û bejna xwe li ber  keda wan ditewînîm. Ji hevalên nû yên ku bên hilbijartin re serkeftineke mezin dixwazim. Bi hevalên nû, em ê deriyekî nû vekin. Hêvî dikim ku ew destpêkeke serkeftî û dilxweşî, bi berxwedan û serbilindahiya bêpeyan bimeşînin.

Ez careke din gelê me yê hêja, jinên Geverê yên qehreman, ciwanên ezîz û hevalên ji rêxistnê bi tevahî silav dikim. Bi hêviyên ku di rojên nêz de em hevdu hembêz bikin û serkeftin serkeftin û serkeftin.

Silav û rêz û bi hêviyên şoreşgerî

Parlementera Colemêrgê ya di zindana Silivriyê de

Selma IRMAK