Em bangî hikûmeta Îranê dikin da ku daxwazên gelan piştguh neke

Piştî ku hikûmeta Îranê bihayê neftê girantir kir, li Tehranê li dijî zamê xwepêşandan hatin destpêkirin û ew nimayiş îro belavî gelek deverên Îranê bûne. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî di raportên xwe de diyar dikin ku heta niha ji 26 bajarên curbicur 106 sivîl hatine kuştin, ji 10 hezaran zêdetir kes jî hatine destgîrkirin. Bi taybetî li Kurdistanê 26 kes hatine qetilkirin û gelek kes jî hatine birîndarkirin. Li gorî raportên rawangehên li deverê, ihtimal e ku ev hejmar zêdetir bibe.

Êrişên hikûmeta Îranê yên li dijî daxwazên demokratîk ên gelan nayên qebûlkirin, divê daxwazên gelan neyên piştguhkirin. Qeyranên aborî û siyasî bi gurkirina tundiya li ser civakê nayên çareserkirin.  Bertekên gelan nîşan didin ku pêdiviya jiyaneke demokratîk, adil û azad heye. Di dirêjahiya dîroka Rojhilata Navîn de aşkera ye ku bertekên demokratîk bi tundiyê nayên tepeserkirin û ev yek tundî aloziyê zêdetir û kûrtir dike.

Em wek Partiya Demokratîk a Gelan sersaxiyê li hemû malbatên kuştiyan dikin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em bangî hikûmeta Îranê da ku vê tundiya li ser gelan rawestîne û daxwazên gelan piştguh neke û demildest bi şandeyeke opozîsyonê re dest bi gotûbêjan bike.

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî  
26 Mijdar 2019