Em bangî hemû jinan dikin da li hemberî vê polîtîkaya tundûtûjiyê ya sîstematîk a li dijî jinê bibêjin “Na”
Dîmenên tundûtûjiyê yên li Komcivîna Meclisê, em hemû xemgîn kirin û kerb û kîna dilê me zêdetir kir. 

Ji Cîgira Seroka me ya Meclisê Pervîn Buldan, Parlementera CHPê Şafak Pavey, Parlementera Serbixwe Aylîn Nazliaka re derbasî û şîfa be. 

Ev pêla tundûtûjiya faşîzmê ya ku AKPê li seranserê Tirkiyeyê daye destpêkirin û êdî wek şêweyeke rêveberiyê li ser vî welatî daye ferzkirin, rengvedana xwe di gotûbêjên guhertina Qanûna Bingehîn a li Meclisê de jî bi aşkere nîşan da. Hêza sereke ya ku vê guhertinê têk bibe têkoşîna jinê û palpiştiya jinê ye, û me bi çavên xwe dîtin ku AKPê parlementerên xwe yên jin bi aşkere kirin aletê vê şepêla tundûtûjiyê. Çanda lînçê ya ku bi destên jinê, li dijî jinê bê sepandin nayê qebûlkirin. Aşkere ye ku ev rewş, parçeyek ji polîtîkaya sîstematîk û belavkirî ya van rojên dawî ya li dijî têkoşîna jinê ye. 

Bi rûdanên tundûtûjiyê yên li Komcivîna Meclisê aşkerebûyî, careke din pêdiviya qanûneke bingehîn a yeksanîxwaz, ekolojîk, plûralîst (pirdengî), azadîxwaz, demokratîk û yeksaniya cinsiyeta civakî esas digire, heye. Her ji ber wê, wek berpirsyariyeke dîrokî, divê jin dengên xwe zêdetir ragihînin, berxwedana xwe xurt bikin û palpiştiyê di nav xwe de zêdetir bikin. 

Em ê bi hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî, li dijî vê feraset û tundûtûjiya mêrane ya ku li ser me jinan tê ferzkirin, berxwedana jinê xurt bikin û piştevaniyê zêdetir bikin. 

Em bangî hemû jinan dikin da li hemberî vê polîtîkaya tundûtûjiyê ya sîstematîk a ku ji aliyê AKPê ve li dijî jinê, li dijî têkoşîna jinê û li dijî palpiştiya jinê tê sepandin, bibêjin “NA”. 


Besîme KONCA
Berdevka Meclisa Jinê ya HDPê 
Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê
21 Rêbendan 2017