Menguç: Em bangî gelê Kurd dikin; xwe derzî bikin

Hevberdevkê Komîsyona me ya Polîtîkayên Tenduristî û Civakî, Samet Menguç li navenda me ya giştî daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha axivî;

Wezareta Tenduristiyê, li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di 26’ê Hezîrana 2021’an de, îstatîstîka hejmar û rêjeya derzîkirinê ya li gorî bajaran ragihand. Li gorî wan daneyan, li bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn rêjeya derzîkirinê gelek kêm e, ev yek vê rastiyê dide ber çavan ku gelê Kurd û gelên din ên li van bajaran dijîn di bin xetereyeke mezin a şewba COVID-19’ê de ne.  Li gorî tabloya têkoşîna li dijî şewba COVID-19’ê de, li Tirkiyeyê pêvojoya derzîkirinê didome, lê neyeksanî û bêedaletiya ku di derzîkirinê de derketiye holê bi xwe re gelek pirs û pirsgirêkan tîne rojevê.

Li gorî rapora Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li gorî rêzê derzîkirin herî hindik li van bajaran hatiye kirin; Şirnex, Riha, Sêrt, Bedlîs, Mêrdîn, Mûş, Colemêrg, Amed, Êlih, Çewlîg, Agirî, Îdir û Wan. Kêmbûna rêjeya derzîkirinê ya li van bajaran tercîheke bizanebûnê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd di warê şewba COVID-19’ê de encameke xeternak derdixe holê. Dema em bala xwe bidin rêjeya derzîkirinê ya bajarên Tirkiyeyê, em ê bibînin ku ji sedî 53’yê kesên ji 18 salî mezintir hatine derzîkirin, lê li bajarên Kurdan ev rêje ji sedî bi tenê 22 ye. Neyeksanî û bêedaletî ne tenê di warê derzîkirinê de, di heman demê de di warên wekî betalî, xizanî, tenduristî, aborî, binpêkirina mafan, îşkence û binçavkirinê de jî xuya dike.

Wekî HDP, me tu carî çavên xwe li van pratîkên bêedaletî û li van neheqiyan negirt û em ê tu carî jî çavên xwe li van neheqiyan negirin. Banga me ji bo gelê Kurd e: Divê her kes wekî peywireke sereke here xwe derzî bike, çimkî beriya her tiştî divê em bijîn û siheta me li cih be. Ji bo mafê jiyan û tenduristiya xwe, nas û xizmên xwe û gelên xwe, divê em bi lez û bez xwe derzî bikin.

Tercîha AKP’ê ya ku li dijî Kurdan bi zanebûnî dide meşandin û bawernekirina hikûmetê, sedemên sereke yên kêmbûna rêjeya derzîkirinê ne li bajarê Kurdan. Lewre di nava civaka Kurdan de li hemberî derzîkirinê bêbawerî û metirsiyek belav dibe. Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafê tenduristiyê ya bi zimanê dayikê neyê misogerkirin ev neyeksanî û bêedaletî wê her roj di hemû waran de bidomin û zêde bibin. Ev yek wê ji bo gelê Kurd zêdetir bibe mirin, zilm û xizanî.

Em nikarin ji vê rewşê re bêdeng bimînin û wek gel em neheqî û binpêkariyan qebûl nakin. Em bangî Wezîrê Tenduristiyê û li hikûmetê dikin ji bo ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Gelo hûn ê vê rêjeya derzîkirinê çawa îzeh bikin? Em vê bêedaletî û xerabiya ku li gelê me tê kirin, qebûl nakin. Bi salan e em her dibêjin ku divê di warê perwerdehî û tenduristiyê de zimanê Kurdî bê naskirin. Em li bendê ne ku hikûmet di warê perwerdehî û tenduristiyê de li ser vê yekê gavan biavêje. Di vê pêvajoyê de, wekî HDP, em ê bi gelê xwe re mil bidin hev û em ê bi seferberiyeke mezin hewl bidin ku gelê me bi tevayî xwe derzî bike û wê xebatên me yên teşwîqkirina derzîbûnê li hemû herêman dest pê bikin.

Ji bo ku hemû gel di warê tenduristiyê de bi zimanê xwe bên agahdarkirin em xebatan didin destpêkirin. Bi xebatên li ser medyaya civakî, em ê bernameyên perwerdehî û agahdarkirinê li dar bixin. Bi hevkariya rêxistinên tenduristiyê, em ê li hemû herêman bi zimanê dayikê yê gelan banga derzîbûnê bikin. Her wiha, bi tevlîbûna parlementerên me, wê rêxistinên me yên bajar û navçeyan biçin serdana bazirgan, cotkar û gundiyan da ku ji bo derzîbûnê wan agahdar bikin. Em ê piştgiriyê bidin wan kesên dixwazin derzî bibin lê derfetê wan tune ye ku nikarin randevû bigirin.

Em ê her tim bangewaziyê li Wezerata Tenduristiyê bikin da ku gel li gorî zimanê xwe yê dayikê û li gorî pêwistiyên xwe yên cûrbicûr, mafê xwe yê tenduristiyê bi hêsanî bi kar bînîn. Em dizanin ku di van demsalan de gelek kes ji war û welatên xwe hatine bidûrxistin û wekî karkerên çandiniyê li xerîbistanê dixebitin. Ji bo ev kes jî xwe derzî bikin em ê xebatên xwe bimeşînin û bangî hikûmetê bikin da ku bila ji bo van kesan mekanîzmayên guhêzbar saz bikin. Her wiha, niha li Tirkiyeyê nêzî 5 milyon penaber dijîn, piraniya van kesan ji ber pirsgirêkên cûrbicûr nikarin xwe derzî bikin, ji bo astengiyên li pêşiya penaberan bên rakirin û ew jî bên derzîkirin em ê xebat, plansazî, pêşniyaz û bangewaziyan bikin. Em careke din bangî Wezareta Tenduristiyê dikin: Jiyaneke bi tenduristî mafê her kesî ye, divê hûn hemû şert û mercan ava bikin da ku gel mafê xwe yê tenduristiyê pêk bîne, ev yek kar û peywira we ya sereke ye.

Samet Menguç

Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yê HDP’ê

6'ê Tirmeha 2021'ê