Em 6 siyasetmedarên jin ên di meha çileyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin

Dema ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin, di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama suîqesteke navneteweyî de hatin qetilkirin. Heft sal bi ser bûyerê re derbas bûn lê hê jî kiryar nehatine aşkerakirin û berpirsyar nehatine darizandin.

Çar roj beriya 3’yemîn Komkujiya Parîsê, sûîqesteke mîna wê jî li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê pêk hat. Di sala 2016’an de dema ku di bin navê qedexeya derketina derve de bajar hatibûn dorpêçkirin, vê carê jî pêşengên tevgera jinên kurd û endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, hevserokê Meclisa Gel a Silopiyayê Fatma Uyar û endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Pakîze Nayir hedef hatin girtin û hatin kuştin.

Bi kuştina Sakîne, Leyla û Fîdanê re dîplomasiya Tevgera Azadiya Kurdan, berxwedana jinan û rêxistinbûyîna ciwanan hedef hatin girtin. 

Em dizanin ku bi qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdanê ve hişmendiya zilamê serdest peyam da hemû jinên cîhanê û gef li têkoşîna azadiyê ya jinan xwarin.

Meqamên edlî yên Fransayê piştî qetlîamê têkildarî hevkariya tetîkkêş Omer Guney ku li Fransayê hatibû girtin û Teşkîlata Îstîxbarata Mîllî (MÎT) pirs li Tirkiyeyê kiribûn lê bersiv nehatibûn dayîn. Tetîkkêşê komkujiyê Omer Guney di girtîgehê de bi ayawekî şik mir û xwestin bi vê mirinê ve dosyayê binuxumînin. Li hemberî daxwazên raya giştî û bi israra daxwaza edaletê ya jinan xwestin vê komkujiyê veşêrin, berpirsyar nehatin aşkerakirin û darizandin.

Komkujiya Parîsê ya 9’ê çileyê û li Silopiyayê qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ji aliyê heman zîhniyetê ve hatine kirin. Jinên ku têdikoşin û li ber xwe didin hedef hatine girtin û xwestine jinan bêdeng bikin.

Ji bo ku berpirsyarên komkujiyan hesab bidin, em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê li mîrasa têkoşîna azadiyê ya rêhevalên xwe xwedî derkevin û berxwedana xwe mezintir bikin.

Em vê hişmendiya ku jinan hedef digirin baş nas dikin. Ev hişmendiya komkujer li Kobanê, li Parîsê, li Sîlopiyayê, li Şengalê û li Efrînê jin hedef girtin.

Em hêzê ji jinên berxwedêr ku hêz dane tevgera azadiya jinan ango Xwîşkên Mîrabel, Behîce Boran, Sakîneyan, Sêvêyan, Eyleman, Gozeyan, Sîbelan, Kader Ortakkayayan û Hevrîn Xelefan werdigirin.

Wekî Meclisa Jinan a HDP’ê em dibêjin ku em ê desturê nedin kesên ku dixwazin pêşengiya jinan tune bikin. Em ê heta dawiyê li hemberî polîtîkayên qirêj ên kesên ku dixwazin komkujiyê veşêrin, têbikoşin. Em careke din 6 siyasemetdarên jin ên kurd bi rêzdarî bi bîr tînin û aqilê dewleta qetlîamker lanet dikin.

 

Partiya Demokratik a Gelan
Meclisa Jinan
9 Rêbendan 2020