Eger Kurd azad bin, Tirk, Ereb û Fars jî dê azad bin

Divê îro li şûna min hevserokê min, Selahattîn Demirtaşê bira û rêhevalê min li vir bûya, yê ku em 17 sal in hewl didin bo têkoşîna mafê mirovî. Lê ew niha hatiye girtin û di girtîgehê de ye, loma ez niha pirr xemgîn im. 

Her wekî din, ez wek kesekî Kurd dixwazim bangî we bikim. Ez dixwazim bibim dengê qêrîna miletekî, ku teqrîben 100 sal in ji azadiyê hatî mehrûmkirin. Dîsa, ez wek endamekî Meclisa Tirkiyeyê û Entegrasyona Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, dixwazim bangî we jî bikim. 

Îro dixwazin ku HDPê têk bibin

Îro em dibînin ku tarîx xwe dubare dike. Di salên 90an de îrade gel avêtin zindanan û hin kes ji neçariyê sirgûn bûn. HDPê hewl dida ku ji rejîma otorîter derbasî demokrasiyeke rêkûpêk bibe. HDPê hewl da ku Kurd, Êzidî, Siryan, Elewî, Ermenî û hemû komên dînî û mezhebî di qanûna bîngehîn a nû de werin temsîlkirin û neyên vederkirin. HDP ew proje bû ku hewl dida çek bên bêdengkirin û konsensûseke civakî pêk were. HDP projeyeke aşitiyê bû û dixwest ku ihtimala Tirkiye û Rojhilata Navîneke dîtir temsîl bike. Îro dixwazin ku HDPê têk bibin û demokrasiyê jî pê re. 

Di hilbijartinên Serokkomariyê de HDP gehişt rêjeya 9.8 û di hilbijartinên 7 Pûşberê de jî bi hêviya “têkbirina polîtîkayên vederkirinê yên 70 salan” ji %13.1 deng wergirt û Meclis bû cihekî mişterek. Bila ti şik û guman nebe, yan ew meclis dê bibe meclisa Kurdan an jî mafê Kurdan ê meclisê dê her baqî be. An ew dewlet dê bibe dewleta Kurdan, Tirkan û Lazan; an jî Kurd dê li pey opsiyonên dîtir bikevin. 

Ji ber ku encamên hilbijartinê nehatin naskirin, daxwaza dûbarekirina hilbijartinê hat kirin. Ewên ku dixwestin birîna sêwiyên Kobaniyê derman bikin, li Pirsûsê bi hovane hatin qetilkirin û fitîla kaosê hate pêxistin. Du roj şûnve, li Serêkaniyê du polîs di malên xwe de hatin qetilkirin. Piştre firokeyên şerrî Qendîl bombebaran kirin. Ez jî çûm wê deverê û 10 mirovên bêguneh û sivîl li gundê Zargeliyê hatin kuştin. Piştre li Enqereyê Navenda Giştî ya HDPê rastî êrîşên mezin hat û heta 1ê Mijdarê li 400 derê em rastî êrîşan hatin. Bi ser de di 10ê Cotmehê de li Enqereyê komkujiyek pêk hat. 

Eger Kurd azad bin, Tirk, Ereb û Fars jî dê azad bin

Ji ber ku Kurdan li Rojava statûyek bi dest dixist û berê wan li azadiyê bû, trajediya li Cizîr û Nisêbîn û Şernex û Sûrê derket meydanê. 

Li vir gellek nûnerên ji Rojava, Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên cuda hene. Ez ji vir bangî wan nûner û partiyan dikim. Îro stratejiyeke hevpar a Bexda, Tehran, Enqere û Şamê heye, gelo stratejiya me Kurdan çi ye? Divê Kurd û partiyên Kurdan bersivekê ji vê pirsê re bibînin. Ji ber ku me bersivek ji vê pirsê re nedîtiye, loma îro em di vî halî de ne. Rejîma Erdogan hewl dida ku hemû destkeftiyên Kurdan têk bibe. Gotineke Kurdan heye, dibêje “dixwazin ku Bakurê Kurdistanê bikin taştê, ku bikin taştê dê Rojava bibe navroj û Başûr jî dê bibe Şîv”. Di vir de ez dixwazim balê bikêşim ser çarenûsa me ya hevpar. Bi tenê ne çarenûsa me, her wekî din, eger Kurd azad bin, dê Tirk, Ereb û Fars jî azad bin. Heta ku Kurd azad nebin li Rojhilata Navîn ne mimkun e ku sîstemeke demokratîk were avakirin. Yek ji dîstûra sereke ya HDPê ew e ku dibêje “Bo Kurdan azadî, bo Tirkiye, Sûriye û deverê demokrasî” 

Divê komkujiya Cizîrê ji aliyê dadgehan şerrî yên navdewletî ve were şopandin, divê azar û trajediya Cizîrê neyê jibîrkirin. 

Cihên ku qeyûm hatî wezîfedarkirin, deverên xizankirî ne

Di nexşeya sosyo-ekonomîk a Tirkiyeyê de Amed bi rengê herî tarî tê nîşandan. Rewşa sosyo-ekonomîk a herî paşmayî Amed e, di dahata neteweyî ya nesade de, para wê herî kêm e. Wextê ku mirov ber bi bajarên Rojavayê Tirkiyeyê ve diçe, aramî zêdetir dibe. Di polîtîkayên 70 salên dawî de geh nasname û kultura Kurdî hate tinekirin, geh polîtîkayên mêtingerî hatin pêkanîn. 

Ew çek bi TIRan ji bo kî hatin neqlkirin? 

Dixwazin ku bi operasyonên sûnî mêjiyê gel şêlû bikin û qaşo dibêjin ku “ew alîkariyê didin terorê û her tişt li gorî qanûnê dimeşe”. Li Ehrar-uş Şam û DAIŞê binihêrin û bibînin kî bi tiran çek û sîleh bo terorîstan neql kir? 

Em yek nefer jî bimînin, em ê li ber dîktatorî û rasîzm û faşîzmê serî netewînin

Hevserokên me îro di zindanan de ne. Ji ber ku me benda hilbijartinê derbas kir, ew dixwazin ku heyfa wê ji me hilînin. Parlementerên me di nav goşegîriyeke/tecrîdeke giran de ne. Ji bo têkbirina van reftaran, pêdivî bi hewldaneke hevpar a we hemûyan heye. Rewş tenê ji îzolasyonekê pêk nayê, her wekî din, niha rê li ber atmosfereke îxlalkirinê tê vekirin. Ev yek tirsa dilê wan jî nîşan dide. Hikûmet nikare bi riya hilbijartinê hevserok û parlementeran têk bibe, loma ew avêtine zindanan. 

An Demirtaş û Yuksekdag û hemû parlementerên me û hemû hevşaredarên me dê di demeke kin de azad bibin, an jî ez jî di nav de hin hevalên me yên parlementer dê wek operasyoneke nû têkevin zindanan. 

Demirtaş û hevalên wî rûmeta me ne. Em yek nefer jî bimînin, em ê li ber dîktatorî û nijadperestî û faşîzmê serî netewînin. 

8 Kanûn 2016