Doza kûmpasê ya li partiya me hatiye vekirin li Sîncana Enqereyê dest pê kir

Doza Kobaniyê li Sîncana Enqereyê dest pê kir:

Doza Kobaniyê ya ku 28 jê  girtî, bi tevahî 108 kes tên darizandin, îro li Dadgeha Cezaya Giran a 22'yemîn a Enqereyê dest pê kir. Hevserokên me, parlementerên me, nûnerên saziyan, şandeyên ku ji derveyî Tirkiyeyê hatine û gelek kes ji bo ku beşdarî danişînan bibin û piştgiriyê bidin ji serê sibê ve hatin Kampûsa Girtîgeha Sîncanê. Her wiha gelek rojnamevan ji bo ku danişînan bişopînin hatin dadgehê û li dadgehê polîsan gelek astengî derxistin û nehiştin rojnameger dîmenan bigirin û dozê bişopînin. 

Sancar: Ji partiya me û ji rastiyê û ji mafdarbûna me ditirsin 

Beriya ku danişîn dest pê bike, li ber deriyê dadgehê, Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê. Sancar bixêrhatina beşdarvanan kir û wiha got: Danişînên doza kûmpasê îro dest pê dikin, tu naverokeke hiqûqî ya vê dozê nîne û ev doz ji serî heta binî, dozeke siyasî ye. Me dixwest ku em li vê derê daxuyaniyeke berfireh bidin û nêrînên xwe bi we re parve bikin, lê mixabin wekî hûn jî dibînin, polîsan mertalên xwe kirin dîwar û nahêlin ku endamên çapemeniyê û beşdarvanên hêja dengê me bibîzin. Ev yek nîşaneya vê rastiyê ye ku ew ji partiya me û ji mafdarbûna me ditirsin. Dibêjin qey ew ê bi vê dozê dikaribin dengê me bifetisînin û serî li me bitewînin, lê ew di nava şaşî û xefleteke mezin de ne. Bila qet li ser wî guhî ranezên. Îro jî sibê jî, ew ê bibînin ku berxwedana HDP’ê tu car bi van lîstok û kûmpasan naşikê”. 

Dixwazin heyfa têkçûna DAIŞ’ê bi Doza Kobaniyê, bi dek û dolaban hilînin 

Hevserokê me yê Giştî Sancar bal kişand ser naveroka dozê û wiha axivî; “ Ev doz, ji her alî, dozeke kûmpasê ye û hewldana tolhildaneke sîyasî ye. Di sala 2014’an de Kobanî neket û DAIŞ têk çû. HDP gelek caran hesabên qirêj yên desthilata AKP’ê xerab kir û rûreşiya wan aşkera kir. Lewre hêrs bûne û bi vê dozê dixwazin ku heyfa vê têkçûnê hilînin. Ev doz doza tolhildanê ye, em ê bi hev re vê teşebisê pûç bikin. Em ê têkoşîna demokrasiyê bêhtir mezin bikin, em ê dek û dolabên desthilata AKP’ê îfşa bikin û rê li ber hesabên wan ên qirêj bigirin. Wêrekiya ku wê ji vê dadgehê bilind bibe wê li seranserî Tirkiyeyê belav bibe û wê deng bide hemû dinyayê”. 

Mafê parastinê yê parêzeran hate binpêkirin 

Rehîneyên sîyasî Gunay Kubîlay, Alp Altinors, Beyza Ustun, Emîne Ayna, Bîrcan Yorulmaz, Alî Urkut, Ayla Akat, Sebahat Tuncel, Bulent Parmaksiz, Îbrahîm Bînîcî, Îsmaîl Şengul, Mesut Bagcik, Nezîr Çakan, Zekî Çelîk, Ayşe Yagci, Berfîn Kose, Meryem Adibellî, Pervîn Oduncu û Dîlek Yagli anîn eywana dadgehê. Rehîneyên siyasî yên girtî jî bi riya SEGBİS’ê tevlî dadgehê bûn. Mafê parastinê ya parêzeran hate binpêkirin, parêzeran ev yek protesto kirin û ji eywana danişînê derketin. Rehîneyên girtî jî ev yek şermezar kirin û pirsên ji bo teyîdkirina nasnameyan bê bersiv hiştin. Rehîneyên sîyasî nerazîbûnên xwe anîn ziman, li ser vê yekê, serokê dadgehê dengê xwe bilind kir û nehişt ew biaxivin. Ji girtiyan Alp Altınors nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Mafê min ê parasinê tê astengkirin, heta ku parêzerên min cihê xwe negire ez dê tu pirsekê nebersivînim”. Her wiha Ayla Akat jî got: “Di vê rewşê de ne mimkûn e ku ez parastina xwe bikim û pirsên we bibersivînim, nabe ku ev doz bê parêzvanan dest pê bike. Ev yek bi xwe nîşan dide ku ev doz dozeke siyasî ye”. Girtiyên din jî bi yek dengî gotin ku heta parêzvanên wan cihên xwe negirin ew dê tu bersivekê nedin pirsên dadgehê. 

Mafê axaftin û parastinê yê parlementer û rêvebirên me hate astengkirin 

Hevseroka me ya berê Fîgen Yuksekdag jî bi riya SEGBÎS’ê derbarê vê rewşê de axivî û got: “Divê em mafê xwe yê xweparastinê bêkêmasî pêk bînin. Binpêkirina mafê me yê xweparastinê dide nîşandan ku heyeta dadgehê dixwaze bi çi rengî vê dozê bimeşîne. Bihêlin bila parêzer cihê xwe bigirin, em darizandineke bi vî rengî red dikin”. Hîn axaftina Fîgen Yuksekdagê neqediya mîkrofona wê hate girtin. Dîsa axaftina Sebahat Tuncelê jî hate birrîn û mîkrofona wê hate girtin, parêzeran bi dirûşmeya “mafê parastinê nayê astengkirin” helwesta keyfî ya dadgehê protesto kirin û li ber deriyê dadgehê daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

Hiqûqa xwe jî nas nakin, binpê dikin 

Di daxuyaniyê de bi ser navê parêzeran Mehmet Emîn Aktar axivî û got: Em ji bo parastinê hatin lê nehiştin ku gelek hevalên me bikevin hindur. Me ji serokê dadgehê xwest ku bila hevalên me yên li derve jî werin hundirê eywanê. Lê wan bi awayekî keyfî nehiştin ku havalên me beşdarî danişînê bibin. Me jî got ku heta ev helwasta keyfî bidome em ê tevlî danişînê nebin. Niha ew bi xwe hiqûqa xwe binpê dikin. Bi sedan polîs û cendermeyan tînin û li eywana danişînê bi cîh dikin û dibêjin cîh tune ye. Jixwe bi tenê 15 girtîyên sîyasî li eywana dadgehê hene, ne pêwîste kû 200 polîsan li hindur tije bikin. Heta ku heyeta dadgehê ji vê xeletiyê venegere em ê beşdarî danişînan nebin”. 

Demirtaş: Li hemberî we zarok tune ne, em îradeya gelan temsîl dikin 

Dema parêzerên li derve helwesta dadgehê protesto dikirin li hundir jî Selahattin Demirtaş bi riya SEGBÎS’ê axivî. Demirtaş bi van gotinan heyeta dadgehê îqaz kir: “Em ji bo beden gmayînê nehatine vê derê em hatine ku biaxivin. Em ne di derawaya bersûciyê de ne em ji bo darizandina kiryarên desthilata AKP’ê derdikevin vê dadgehê. We dikaribû hêjmara parêzeran bihesibandiba, ev yek diyar bû ku wê zêdetirî 100 parêzeran beşdarî danişînê bibin. We dizanibû ku wê li eywana danişînê geremol çêbibe, ji bo çareseriya vê yekê hûn berpirsyar in. Ger hûn ji dil û can dixwazin ev danişîn bi silametî bidome, bihêlin bila hemû parêzvanên me werin hundir û cihên xwe bigirin. Em ji parastinê narevin, hûn çi dipirsin bipirsin tu tiştekî ku em nikaribin bibersivînin nîne. Li hemberî we zarok tune ne, me hevserokatî û rêverbertiya yek ji partîyên herî mezin yên Tirkiyeyê kiriye. Her çiqas em niha li ser kursiyên bersuciyê rûnin jî em îradeya gelan temsîl dikin. Ji bo ku ev danişîn li gorî usûla xwe bimeşe divê hûn destûr bidin parêzeran da ku werin hindurê eywanê”.

Di navbera danişînê de, gelek nûnerên saziyên navneteweyî li ber deriyê eywana danişînê piştgiriya xwe ji bo partiya me ragihandin. Şandeya ku ji nûnerên saziyên navneteweyî pêk tê wê saet di 17:30’an de daxuyaniyekê bidin û wê peyamên xwe yên piştgiriyê parvebikin.

Mîkrofona girtiyan hate girtin

Heyeta dadgehê xwest ku bi xwendina doznameyê danişînê berdewam bikin. Parêzvanan xwestin ku derbarê usûlê de biaxivin lê li ser daxwaza dozger xwesteka parêzeran hate redkirin. Piştre girtiyên siyasî û parêzerên wan daxwaza ‘reddî hakim’ kirin, lê ev xweseteka wan jî ji aliyê heyeta dadgehê bi yekdengî hate redkirin. Heyeta dadgehê hewl da ku doznameyê demildest bide xwendin, lê girtiyên siyasî û parêzerên wan ev yek bi çepikan protesto kirin da ku dengê ji xwendina doznameyê tê neyê bihîstin. Tevî vê yekê dengê mîkrofonên girtiyên ku ji ser SEGBÎS’ê tevlî dibin hatin girtin. Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar helwesta heyeta dadgehê şermezar kirin û eywana danişînê terikandin. Li gel nerazîbûnan heyeta dadgehê xwendina doznameyê domand.

Ji çar aliyên Ewropayê piştgirî ji bo partiya me 

Nûner û parlamenterên ku ji çar aliyê Ewropayê hatine li navenda me ya giştî civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûneran bal kişandin ser bêhiqûqî û bêusûliyên dadgehê û peyamên piştgirî û hevkariyê dan. Nûneran bal kişandin ser rejîma desthilatdar a AKP’ê û gotin; “me îro ev rastî dît ku ev doz ji her aliyan ve dozeke siyasî ye, li Tirkiyeyê organa dadrêsiyê ne serbixwe ye û li gorî talîmatên Erdogan tevdigere”. Nûneran anîn ziman ku ew ê van bêhiqûqî û bêedaletiyên rejîma AKP’ê û zordariya ku li ser Kurdan û HDP’ê tê meşandin bibin rojeva Parlamentoya Ewropayê û ya parlamentoyên welatên din. Her wiha nûneran rejîma AKP’ê wek rejîma dîktatoriyê bi nav kirin û gotin wê hevkarî û piştevaniya xwe ya bi HDP û Kurdan re her dem bidomînin. Herî dawî, Hevberdevkê Komîsyona me ya Karûbarên Derveyî Hişyar Ozsoy spasiya nûneran kir û got: “ hemû dinya dizane ku partiya me di bin zext û zordariyan de têkoşînê ji bo siyaseta demokratîk dide û desthilata AKP’ê bi van dozên siyasî dixwaze derbeyê bîne ser partiya me. Lewre îro ji çar aliyê dinyayê nûnerên çepgir, demokrat û sosyalîst li gel me ne û piştgiriyê didin me”.

Danişîna Doza Kobaniyê ji aliyê heyeta dadgehê ve bo 3'yê Gulanê hate taloqkirin

26 Nîsan 2021