Doz û dawa û xewn û xeyalên Necmedîn Kerîm, mîrateya gelê Kurd û dostên Kurdan e

Daxuyaniya Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi boneya koça dawî ya Necmedîn Kerîm: 

Bi dilekî xemgîn em pêhesîn ku siyasetmedarê Kurd û Parêzgarê berê yê Kirkûkê Dr. Necmedîn Kerîm îro koça dawî kiriye. Xwedayê dilovan wî bi rehma xwe şad bike, serê malbata wî û serê gelê Kurd sax be. Kesên aştîxwaz, demokrat, dadperwer û bi taybetî jî gelê Kurd dê tu carî keda wî û têkoşîna wî ji bîr neke û nede jibîrkirin.  

Necmedîn Kerîm bi tenê ne Parêzgarê Berê yê Kirkûkê bû, her wekî din wî di temamî jiyana xwe de her tim mil da têkoşîna azadî û yeksaniyê ya gelê Kurd. Geh bi xebatên xwe yên tib û bijîşkiyê geh bi xebatên xwe yên civakî piştgiriya têkoşînê kir û di nav refê karwanên azadiyê de cihê xwe girt. 

Necmedîn Kerîm hem li hindur hem li derve, hem bi xebatên xwe yên avakirina kongreya neteweyî ya Kurd di sala 1988’an de, hem jî di proseya avakirina servîsa Kurdî ya Dengê Amerîka de her tim bi gelê xwe re bû. Di dema Referandûma Kurdistanê de bi rol û mîsyona xwe di hişûbîra me û gelan de cihê xwe girt. Kerîm yekîtiya gelê xwe dixwest û parastina mafên bingehîn ên hemû Kurdan li her parçeyî dikir. 

Necmedîn Kerîm li gorî taybetmendiya pirreng û pirdeng a Kirkûkê bajar bi rê ve bir û bi vê yekê kartêkeke mezin li ferhenga pêkvejiyana gelan kir, aştî û aramiya hemû pêkhateyan li Kirkûkê parast. Doz û dawaya wî xewn û xeyalên wî mîrateya gelê Kurd û dostên Kurdan e. Bi vê minasebetê dubare em hevxemiya xwe arasteyî malbat û hezkiriyên wî dikin; rehma Xwedê lê be, serê gelê Kurd sax be.

 

Pervîn Buldan-Mîthat Sancar

Hevserokên Giştî yên HDP’ê

31 Cotmeh 2020