Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem
Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem. 

Parlementerê me yê Amedê Îmam Taşçier, di axaftina xwe ya budçeya 2017an de bal kişand ser rêkeftina AKP-MHPê û derbarê makeqanûna nû de got: divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem. 

Taşçier di axaftina xwe de got: dê sîstema parlementarîzmê biguherin û dewsa wê sîstema serokatiyê bînin. Em navê sîstemê jî naveroka wê jî nizanin û çend xalên wê qanûna bingehîn hene, wê jî kes nizane. Lê em baş dizanin ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye.  Sebebê hemû problemên aborî, civakî û siyasî, tinebûna qanûneke bingehîn a demokratîk e. 

Fermanên Erdoğan û Hikûmetê li ser me têne ferzkirin

AKP û MHP dixwaze ku bi rêkeftinekê qanûna bingehîn biguherîne û hemû tecrûbe û destkeftiyên heta roja îroyîn piştguh bike. Xeletiya herî mezin ji vir destpê dike. Beşên civakê yên mezin û partiyên wan ji aliyê AKP û MHPê ve têne vederkirin. Di halê heyî de, xuya ye maf û pêdiviyên Kurd û Elewî û hemû komên dînî û etnîk nayên dayîn û bi tenê daxwazên hikûmeta AKPê û Serokkomar Erdogan li ser me têne ferzkirin. 

Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye û divê ew jî li ser zemîna diyalog û gotûbêjan û bi nûner û berpirsên komên civakê û bi konsensûsa zanyar û ronakbîr û dadnasan were damezirandin. 

Sîstema Serokatiyê dikare were gengeşekirin. Lê ev sîstem ne ew tişt e ku bi tenê li dor hikmên Serokkomar û hikûmetê were sînorkirin. Sîstema serokatiyê, her wekî din navê wê sîstemê ye ku sîstema parêzgehî, xweserî û îdareyên herêmî jî şimûl dike û guherîneke ji jêr ber bi jor ve esas digire. Pêdiviya vî welatî ne bi sîstema parlementerî ne jî ya serokatiyê heye. Qanûna bingehîn a mewcûd jixwe wek zencîrekê lingên welêt girê daye .Tiştê lazim bo vî welatî qanûneke bingehîn a demokratîk e. 

Divê qanûna bingehîn rê li ber pirr-zimaniyê veke

Qanûna bingehîn a nû divê nebe asteng ku terîfên pirr-zimanî tê de bêne kirin. Gellek welatên dinyayê, zimanên hemwelatiyên xwe nas dikin û wan zimanan wek fermî qebûl dikin û pirr-ziman in. Li Amerîkayê, Ingilizî û Spanî; li Swîsreyê Elmanî, Frensî û Îtalî; li Rûsya, Hindistan û Afrîkaya Başûr û gellek welatan ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Li Iraqê 2 zimanên fermî hene; Erebî û Kurdî. 
Li Tirkiyeyê îro nebe jî di demeke nêz de, divê li rex Tirkî, zimanê fermî yê duyem jî Kurdî be. 

7 Kanûn 2016