Divê Muçeya Kêmtirîn bibe net 2350 TL
Muçeya kêmtirîn a ku bi pêşniyaza Hikûmet û patronan wek 1404 TL hatiye aşkerekirin, 104 TL ji halê heyî yê ji 1300 TLyî zêdetir e. Muçeya kêmtirîn a ku îro hat ragihandin, ji sinorê birçîbûnê yê 1420 TLyî jî kêmtir e. 

Li gorî lêkolîna Konfederasyona namzetê Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn, îro sinorê xizaniyê yê malbateke çar neferî teqrîben 4700 TL ye. Lewma divê nîvê wê anku net 2350 TL bibe muçeya kêmtirîn. 

Li gel vê yekê, îro li Tirkiyeyê muçeya kêmtirîn li şûna destnîşankirina asta destheqê mînîmûm, êdî bûye wek destheqê nîvekî. Gellek kedkar îro bi muçeya kêmtirîn dixebitin û şert û mercên  jiyana malbatên wan di bin asta muçeya kêmtirîn de ne. 

Li Tirkiyeyê sedema esas a berbelavbûna dîmenên xizaniyê, polîtîkayên kedxwarî yên Erdogan û Hikûmeta AKPê ne, ku ji deh salan zêdetir e rêvebiriyê dikin. Ev polîtîka bûne sebeb ku rejîmeke xebatê ya  ku destheqê kêm, karê bêsîgorta û karpêkirineke bêewle û bêkariya bi dorê û taşeroniyê dihewîne, derkeve meydanê. 

Ev nêrîn û hişmendî, mijara destheqê tenê wek nosyoneke maliyetê dibîne û rê nade ku ti pêdawîstiyên insanî û civakî bi têra daxwazên destheqê bike. Hikûmeta AKPê û Erdogan, xebatkar bi bêkariyê tehdît kirin û zext û zordestî li têkoşîna wan a bo maf kirin û ev pergala îro ava kir, û dixwaze ku ji îro pê ve jî vê pergalê bidomîne. 

Her wisa, bi ferzkirina “rêveberiyeke tek mirovî” ya ku bûye sebebê kûrbûna qeyranê, bar û barnameya kedkaran jî her zêdetir dibe. Buhabûn û tanzîmkirina bacê ya aleyhê xebatkaran, dê li ser hêza kirrînê jî tesîreke neyînî bike û bibe sebebê ziyanên mezintir. Divê di şert û mercên qeyranê de ziyanên muçekaran bihatiba dabînkirin, lê hikûmet dixwaze vê qeyrana ku her diçe kûr dibe, bi kedxwariya li dijî muçedaran derbas bike. 

Divê polîtîkayên muçe û karpêkirinê ya qada girseyî, li gorî hişmendiya parvekirina adil û dewlemendiya me ya hevpar were tanzîmkirin. Pêşniyaza me ya muçeya kêmtirîn, li gorî şertên îro, di heman demê de, bangewaziya bo têkoşînê ye. Em bangî hemû kedkaran dikin ku li dijî vê muçeya kêmtirîn a ku wek muçeya sefaletê ye û li dijî bêdaletiya bacê û ferzkirina jiyana kêmtirîn daxilî têkoşînê bibin. 

Sezai Temelli
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê û Berpirsê Aboriyê
29 Kanûn 2016