Divê Kişanak jî di nav de hemû hevşaredar û rêveberên girtî bêne berdan

Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak, piştî ku ji Komîsyona Derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya ku ji aliyê Meclisê ve hatî avakirin re axifî û vegerî Amedê, di 25ê Cotmehê de hate derdestkirin û di 30ê Cotmehê de jî hate girtin. Kişanak bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji kar hate dûrxistin û ev salek e di Girtîgeha Kandirayê de wek rehîn tê girtin. 

Gultan Kişanak, di hilbijartinên herêmî yên di sala 2014an de 396 hezar deng wergirt û bi rêjeya dengê ji %55, di nav bajarên mezin de bû 11emîn, lê niha bi cezayê 230 salan tê darizandin. Pêşlêpirsîna vê dozê û proseya wê, teqez ne qanûnî ye. Di dosyayê de ti hinceteke girtinê tine ye. Kişanak ji Amedê bi sedan kîlometre dûr e û heta niha gelek caran daxwaz kiriye, lê mafê wê yê parastinê jî hatiye astengkirin. 

Hikûmetê, ji bo desteserkirina şaredariyan, bi zorê û dek û dolaban ev doz li Gultan Kişanakê vekir. Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak, ji bo ku hincet û qilfeke yasayî li “proseya qayûman” re were dîtin, hate girtin.  

Dewlet, hewl dide ku hemû meqamên ku bi yasayan û bi îradeya gelê kurd hatî bidestxistin, ji dest wan wergire. Hikûmet, bi mekanîzmayên darizandinê, dixwaze ku vê yekê pêk bîne. Bi vî awayî îradeya gelê kurd tê astengkirin û dengên gel nayên naskirin û îrade tê binpêkirin. 

Desthilatiya AKPê û hêzên dewletê yên girêdayî wê, li dijî daxwaza xwerêveberina herêmî û li dijî demokrasiya herêmî ye. Desthilatî, di heman demê de, li dijî îradeya jinê û xwedîderketina îradeya wan û li dijî têkoşîna azadî û yeksaniyê ye jî. Ev polîtîkayên li dijî siyasetvanên kurd û jin yên ku mafê xwerevebirina gelê kurd asteng dike, nayê qebûlkirin. 

Ev polîtîkayên li dijî rêveberiya jinan û demokrasî û îradeya gelê kurd ya bi wezîfedarkirina qayûman a ku zêdetirî 86 şaredariyan, ji bilî dijayetiya îradeya gel û rêveberiya jinan, fiyaskoyek e. Qayûm heta niha bi dijayetiya zimanê kurdî û hemû tiştên kurdîniyê û qedexeyan derketin pêş û ti carî nikaribûn derkevin pêşberî gel, lewma bes di parastina leşker û polîsan de xwe veşartin. Di hilbijartina yekem de gel dê bersiva reftarên derqanûnî ya qayûman bide. 

Îro darêzgerî girêdayî û alîgirê hikûmetê te ye. Darêzgerî bi dîrektîfên desthilatiyê tevdigere, lewma hemû biryar ji aliyê desthilatiyê ve tên dayîn. Di serî de Gultan Kişanak û 70 hevşaredar ji bo domandina polîtîkayên qayûman, wek rehîn têne girtin. Em careke din aşkera dikin, divê Kişanak û hevşaredar û bi sedan rêveberên şaredariyan bêne berdan.

 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
30 Cotmeh 2017