Divê êrîşa tarî ya li Hêwlêrê demildest bê ronîkirin

Daxuyaniya Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî derbarê êrîşa li Hewlêrê. 

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li dijî nûnerê berpirsyarê dîplomatîk ê Tirkiyeyê êrîşeke çekdarî hat kirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Em wek partî li devera sivîlan, gurrkirina şer û pevçûnê bi tu awayî qebûl nakin û her wisa ji aliyê kê ve hatibe kirin, êrîşa li dijî xebatkarên konsulxaneyê bi tundî şermezar dikin.

Em hêvî dikin ku ev êrîşa tarî û bi gelek aliyan ve nezelal di demeke nêzik de bê ronîkirin û tu şik û guman derbarê vê êrîşê de nemîne û failên wê demildest bên diyarkirin.

Her wekî din, em bi tu awayî qebûl nakin ku parlementereke me bi hinceta vê êrîşê, bi bahaneya navê birayê xwe wek hedef bê girtin û rastî provokasyonan bê hiştin.

Ev yek endîşe û şik û gumana me ya derbarê vê meseleyê ya ku bi vê hincetê ve tê eleqederkirin zêdetir dike. Em careke din aşkera dikin, tu kes nikare partiya me bi tundiyê ve têkildar bike. Em wek partî li dijî tundrewî, şer û pevçûnê, siyaseta aştiyê û di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas digirin. Kî çi hesabî dike bila bike, lê HDP tu carî dev ji siyaseta aştî û çareseriyê bernade.

Bi vê meseleyê dixwazin êrîşî siyaseta aştiyê ya HDP’ê bikin. Dixwazin ku şer û pevçûn û tundûtûjiyê belav bikin.

Bi vê wesîleyê em careke din bang dikin; divê şer, pevçûn û tundûtûjî neyê gurrkirin û zêdekirin û li Rojhilata Navîn, bi rêya gotûbêj û diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin.

Pervîn Buldan – Sezaî Temellî
Hevserokên Giştî Yên HDP’ê
19 Tîrmeh 2019