Divê em dev ji parastina aştiyê bernedin

Nameya Hevserokê me yê Giştî Selahattin Demirtaş a ji Girtîgeha Edirneyê, derbarê êrîşa bombeyî ya li Stenbolê de ya ku îro gehişte ber destê me. Demirtaş di nameya xwe de êrîşa li Stenbolê şermezar kir û daxwaza parastina aştiyê ji gel kir: 

Divê em dev ji parastina aştiyê bernedin! 

Ez qetlîama êvara şemiyê ya li Stenbolê qewimî nalet û şermezar dikim. Xwedê rehma xwe li miriyan bike û serê malbat û xizmên wan sax be û sebrê ji bo wan dixwazim. Şîfaya xêrê ji bo hemwelatiyên me dixwazim. 

Ez bangî hemû civakê û gelê me dikim da ku li dijî vê şidetê derkevin û bi hêvî li dor biratî, demokrasî û azadiyê kom bibin. 

Şert û mercên me çendî dijwar bin jî, em ê her daxwaza aştiyê bikin a ku ji bo me pîroz e û ti carî hêvîşkestî nebin. Divê em van rojên dijwar bi piştevanî û palpiştî têk bibin û vî welatî bigehînin aramiyê.