Divê di pêvajoyên wiha girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê Kurd ji her rojan pirtir derbikeve pêş

Tifaqa Partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyeke hevpar operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin û piştgirî dan partiya me:

25’ê Îlona 2020’an bi xemgîniyeke mezin em bûn şahidê operasyonên ji dûrî pîvanên hiqûqî û demokrasiyê ya li hemberî 82 kesayetên siyasî ku piraniya wan siyasetmedarên HDP’ê ne.

Siyaset û feraseta fermî ya Tirkiyeyê her ku diçe ji demokrasiyê, maf û azadiya mirovan û ji girêdayîbûna hiqûqê dûr dikeve. Li Tirkiyeyê hişmendiya siyaseta takekesî, zilm û zordariya ku li ser opozîsyonê, bi taybetî jî li ser Kurdan tê kirin roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asta herî bilind. Ev helwest rojên yekpartiyetiya Tirkiyê tîne bîra me. 

Di ser re teqrîben sed sal derbas bûn lê li Tirkiyeyê hê jî ev helwest didome. Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kûrtir bike. Ji ber ku xwediyê vê hişmendiyê, hebûn û mayîna xwe li ser dijayetiyan, dijminatiya aliyan û derxistina aloziyan dibînin. Lê, êdî raya giştî ya kesên/aliyên demokrat li Tirkiyeyê û piraniya Kurdan hişyar bûne, dizanin rastî çi ye, dîtine û fersenda yekem de dê li gorî wê tevbigerin. 

Guman têde nîne ku Kurdên her çar aliyên Kurdistanê wê bigihêjin mafên xwe yên rewa.

Dîrok şahid e û cihan pê dizane ku gelê Kurd di dîroka xwe de tu carî dijminatiya netewên/gelên din nekiriye û dê neke jî. Her weke mirov dikare bibêje; di pêvajoyên wisa girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê Kurd divê ji her rojan pirtir derbikeve pêş. Niha em di demeke wisa re derbas dibin.

Em weke hêz û partiyên Kurd tenê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û piştgir in bo kes û aliyên ku mafên wan hatine binpêkirin. Em hêvî dikin ku hikumet, dadgeh û dozgerên Tirkiyê ji van helwestên xwe yên şaş şûnde gav bavêjin. 

Em bang li wan hemû rayedarên Tirkiyê dikin: Ji demokrasiyê dûr nekevin û rêya diyalogê nexitimînin, rê li ber vegera danûstandinan vekirî bihêlin û bêhtir berê xwe bidin rêya çareseriyeke aştiyane û sivîl. Bi tund û tûjiyê, bi zext zorê û terorîzekirinê doz û dawayên civakî, siyasî û etnîkî çareser nabin. Bûyer û serpêhatiyên sed salan vê yekê nîşan dide. 

Em ji hemû aliyan dixwazin li rêya çareseriya aştiyane û sivîl ve vegerin û pîvanên hiquqa navnetewî bişopînin.

Tifaqa Partiyên Kurdistanî

27 Îlon 2020