Divê daxwazên girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, demildest bêne pêkanîn

Birêz Abdullah Ocalan û 3 girtî, ev 18 sal in bi awayekî derqanûnî û dijî rêbazên mafên mirovan li Girava Îmraliyê di bin tecrideke giran de têne girtin. Ev 2 sal in Heyeta Îmraliyê û ji 13 mehan zêdetir e malbata wî û ji 6 mehan zêdetir e jî parêzerên wî, nikarin dîdara wî bikin.

Piştî 5ê Nîsana 2015an, rengvedanên tecridê girantir bûn û di tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê de, rayedarên dewletê, îşkence û muameleyên kirêt li ser girtiyan sepandin. Birêz Ocalan aktor û danerê aşitî û demokrasiya Tirkiyeyê ye, lê şertên wî yên girtîgehê her ku diçe girantir dibe û derbarê tendurustiya wî de metirsî her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek jî dibe sedema metirsiya bi hezaran siyasetvanên li girtîgehan û gelê kurd. 

Daxuyaniya serdozgerekî ya derbarê tendurustiya Birêz Ocalan de, ev rewş ronak nekir, lê hincetên wî yên derbarê astengkirina serdana malbat û parêzaran jî ev metirsî ji holê ranekir. 

Bêdengiya Wezareta Edaletê ya derbarê îdiayên tendurustiya Birêz Ocalan de, dibe sedema zêdebûna metirsiyan. Lewre, bi dehan girtiyên li Girtîgehên Tirkiyeyê, bi daxwaza ku “divê tecrida li ser Birêz Ocalan were rakirin û heyetek demildest biçe Girava Îmraliyê”, dest bi greva birçîbûnê kirin. 

Ku eger ev daxwaz neyên pêkanîn sedema hemû encamên vê rewşa ku behs li ser e, Hikûmeta AKPê ye. Divê ev daxwaz demildest were pêkanîn û divê heyetek biçe Girava Îmraliyê û derbarê tendurustiya Birêz Ocalan de zanyariyên esehtir bi dest bixe.

 

Ayşe Acar Başaran
Endama Lijneya Rêvebirina Navendî û Parlamentera Êlihê
25 Cotmeh 2017