Dibe ku beriya hilbijartinan rojevê biguherînin

Hevseroka me ya Giştî Serpîl Kemalbay li ser mijara hilbijartinan ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got "Dibe ku beriya hilbijartinê bi şer rojevê biguherînin. Mîna çûyîna Efrinê. Di Rewşa Awarte (OHAL) de lidarxistina hilbijartinan ne awayekî demokratîk e."

Axaftina hevseroka me ya Giştî Serpîl Kemalbay:

Derbarê Beştaşa ku fotografê Demirtaş parvekir de fezleke hat amadekirin
Kemalbay li ser pirsa "Di hilbijartinên pêş de di navbera HDPê û CHPê de tifaqek pêkan e yan na?" wiha bersiv da: "Di pêvajoya Rewşa Awarte de îradeya gel dernakeve holê. Divê di serî de em ji bo vê werin ba hev û bi hev re li dijî vê têbikoşin. Piştî ku em bi serketin, em dikarin şert û mercên tifaqê biaxivin."

Li Tirkiyê rojeva hilbijartinê tê nîqaşkirin. Di nava mijara nîqaşan de tifaqa partiyên sîyasî jî heye. Tifaqa AKPê û MHPê êdi aşkere bûye. Gelo di navbera CHPê û HDPê tifaqek pêkane an na? Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay ji ajansa Sputnik Kurdistanê re ev mijar nirxand.

‘HIKÛMETÊ HEWLDANA DARBEYÊ YA 15 TÎRMEHÊ JI BO XWE WEKE DERFETEKÊ DÎT'

Kemalbay balkişand ser hilbijartinên berê û wiha got, "Piştî hilbijartinên 15ê hezîrana 2015an em bi hikûmeteke kêfî re rû bi rû ne. Vê hikumetê hewldana darbeya 15 tîrmehê ji bo xwe weke derfetekê dît û darbeyekê sivîl pêkanî. Aniha em darbeyek sivîl dijîn. Wateya vê darbeyê berovajîkirina sîyasetê ye."

‘DIBE KU BERIYA HILBIJARTINÊ BI ŞER ROJEVÊ BIGUHERÎNIN'

Kemalbay anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de hilbijartin dê ne demokratîk be û wiha berdewam kir: "Dixwazin îredeya gel ji holê rakin. Lê HDP û alîgirên HDPê li dijî vê darbeya sîvil derdikevin û li ber xwe didin. Her wiha di pêvajoyeke wiha de hilbijartinek çêbibe dê ne demokratîk be. Dibe ku weke herdem berîya hilbijartinê bi şer rojevê biguherînin. Mîna weke çûyîna Efrinê. Berîya hilbijartina herdem wiha pêvajoyê diguherînin. Piştre jî bi awayekî antîdemokratik hilbijartinan pêk tînin. Aniha di nava hewldaneke wiha de ne."

‘DI REWŞA AWARTE DE HILBIJARTIN NE DEMOKRATÎK E'

Kemalbay balkişand ser Rewşa Awarte û anî ziman ku di Rewşa Awarte de hilbijartin ne demokratîk e. Kemalbay wiha berdewam kir: "Rewşa Awarte li erdnîgariya kurdan weke Rêvebirîya Awarte pêk tê. Herwiha li aliyê rojavayê Tirkiyê jî Rewşa Awarte heye. Di hilbijartinan de ji bo desthilatdariya xwe xurt bike mudaxaleyek heye. Aniha dest bi şaredariyên CHPê jî kirin. Heger karibe dê wiha xwe rewa bibîne. Heger ku nebe jî weke Kenan Evren piştî darbeya 12ê Îlonê dê qanunên darbeyê bixe nava hiquqê. Erdogan jî dê Rewşa Awarte bixe nava hiquqê. Ew û Bahçeli tifaqa xwe li ser vê dimeşînin. Lê li hemberî wan berxwedana gel û karkeran heye. Wê ev berxwedan encamê nîşan bide."

‘TIFAQA HDPê Û CHPê PÊKAN E YAN NA?'

Kemalbay liser pirsa "Di navbera HDPê û CHPê de tifaqek pêkan e yan na?" wiha axivî: "Rejima AKPê û qesrê, dixwazin faşîzmê saz bikin û di pêvajoyeke wiha de biçin hilbijartinê. Di serî de divê em li hemberî vê derkevin. Di pêvajoya Rewşa Awarte de îradeya gel dernakeve holê. Divê di serî de em ji bo vê werin ba hev û bi hev re li dijî vê têbikoşin. Ji bo tekoşîna bi he vre CHP jî di nav de em bang li hemû hêzên demokrasiye dikin. Divê em di vê mijarê de bi serkevin. Piştî ku em bi serketin em dikarin şert û mercên tifaqê biaxivin."

12 Kanûn 2017